Navenda Nûçeyan – Hesabên X'ê yên platforma dîjîtal ên JINNEWS’ê ya Tirkî @TurkceJinnews, Kurdî @KurdiJinnews û Îngilîzî @jinnewsenglish, ji aliyê X’ê ve hatin hatin astengkirin. Berê jî hesabên X'ê yên JINNEWS’ê hatibûn astengkirin.
Hesabên X'ê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî careke din hatin astengkirin. Li ser daxwaza Saziya Teknolojiyê Agahî û Ragihandinê, hesabên X'ê yên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî yên MA’yê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.




