Navenda Nûçeyan – Ji 7ê Cotmeha 2023’an ve êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin.
Hate diyarkirin ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser Kolana El Sîna ya li rojavayê bajarê Xezayê de 2 rojnamegerên bi navê Şadî El-Selafîtî û Wasim El-Şawa jiyana xwe ji dest dane. Hat parvekirin ku cenazeyên rojnamegerên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya El Ehlî Baptist.
Ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve hejmara rojnamevanên li Xezayê hatin qetilkirin bi komkujiya dawî re bû 140.




