Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Xezayê daye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dan derket 40 hezar û 738’an. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawî de herî kêm 47 kesên din jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî derketiye 94 hezar û 154’an.
Ji destpêka şer û vir ve rewşa mirovî ya li Xezayê her ku diçe xirabtir dibe.




