Gumanbarê doza mirina Nîlûfer Mojawar li sînorê Banehê hat girtin

Serokê Dadweriya Urmiyê ragihand ku ew kesê ku gumanbarê doza mirina bi guman a Nîlûfer Mojawar e, dema dixwest ji welêt derkeve li sînorê Banehê hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Serokê Dadweriya Urmiyê, Mihemed Alînejad, ragihand ku gumanbar piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li sînorê Banehê hatiye naskirin, hatiye girtin. Li gorî daxuyaniya wî, gumanbar plan dikir ku ji welêt derkeve û bi hevrêziya efserê lêpirsînê hatiye binçavkirin.

Doza Nîlûfer Mojawar piştî ku di meha Îlonê de bi birînên giran rakirin nexweşxaneyê, li dadgehên parêzgeha Urmiyê di bin lêpirsînê de bû. Wê piştî ku rastî îstismara laşî û zayendî ya giran hatibû û ji xwarin û avê bêpar mabû, mirina mêjî lê hatibû ragihandin û malbata wê razî bûbû ku her du gurçikên wê bibexşîne.

Serokê Dadweriya Urmiyê diyar kir ku lêpirsêniya doza gumanbar ji aliyê rayedarên dadwerî ve bi awayekî berfireh berdewam dike.