Li Silêmaniyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Mafê Hêvî” hate kirin

Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” li Silêmaniyê daxuyaniyek da û banga bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir, da ku mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan bê naskirin û ew bikaribe bi awayekî çalak tevlî pêvajoya aştiyê bibe.

Navenda Nûçeyan – Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” li Silêmaniyê di çarçoveya daxwaza bicihanîna mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û tê de bang li Dadgeha Mafên Mirovan hat kirin ku mafê hêviyê ji bo Rêber Apo nas bike, ku ev gaveke girîng a yekeme ku bikaribe awayek rasterast tevlî pêvajoyê bibe.

Li Parka Azadî ya bajarê Silemaniyê Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” bi armanca cîbicîkirina mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê û di daxuyaniyê de komîteyê daxwazên xwe arasteyî raya giştî ya cîhanê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê kir.

Daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê Endamê Komîteya “Ji Ocalan re Azadî” Newroz Fazil ve hate xwendin wiha ye: “Balyozê Monakoyê li Konseya Ewropayê Birêz Gabriel Revel, Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, wekî ku hûn jî jê agahdarin, şerekî wêranker tevahiya Rojhilata Navîn bixwe girtiye. Şer encamên giran yên aborî û siyasî bi xwe re aniye û têkiliyên civakî yên li herêmê bi giranî têk biriye. Hinek hêzên herêmî û cîhanî niha bi navê çareserkirina nakokiyan ji bo şerên din amadekariyê dikin.”

Di berdewama daxiyaniyê av hat ziman: “Di rewşek wisa de, li Rojhilata Navîn dengekî nû derketiye holê ku daxwaza çareseriyeke aştiyane û bê tundî ji bo pirsgirêkan dike. Ev deng di banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de deng veda. Ew projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’e û vîzyonek nû ji bo çareserkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn pêşkêş dike. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, heta niha bandorek pir erênî li ser herêmê kiriye, piştî vê yekê Tevgera Azadiya Kurdistanê demildest agirbest ragihand. Piştre biryara fesixkirina rêxistinê, dev ji stratejiya têkoşîna çekdarî berdan, şewitandina çekan û vekişîna hêzên gerîla ji Tirkiyeyê hat dayîn.”

Ev yek hat ziman: “Bi avêtina van gavan, dijminatî li Tirkiye, bakurê Sûriye û bakurê Iraqê rawestiya û Tirkiye bûye yek ji wan welatên herêmê ku rasterast beşdarî şerê herêmê nebûye. Ocalan her wiha peyamek ji hemû aliyên pêwendîdar re şand û girîngiya kêmkirina aloziyan û çareseriyeke siyasî ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde tekez kir.”

Newroz Fazil wiha pê de çû: “Başûrê Kurdistanê di salên dawî de herî zêde êş kişandiye, bi sedan sivîl di êrişên hewayî û bejahî yên Tirkiyeyê de hatine kuştin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bidawîanîna dijminatiyê li Herêma Kurdistanê ji aliyê rayedarên Kurd ve hatiye piştgirîkirin û raya giştî jî hatiye wergirtin.

Tevî rewşa dijwar a herêmê, Abdullah Ocalan di sala borî de bi berdewamî nîşan daye ku ew ji bo guhertina taktîkan û avêtina gavên pratîkî pabende. Di salvegera banga xwe ya di sala 2026’an de, wî careke din daxuyaniyek da û pabendbûna xwe ya ji bo aştî û demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê piştrast kir. Di encama van hewldanan de, bi sedan sazî û kesayetên navneteweyî, di nav de 88 xwediyên Xelata Nobelê, sala borî piştgiriya xwe ji bo hewldanên Ocalan yên ji bo pêşvebirina jiyana hevbeş di navbera netewan de nîşan dan. Mixabin, şiyana Abdullah Ocalan a beşdarbûna çalak di pêvajoya aştiyê de ji ber girtina wî li Girava Îmraliyê hatiye sînordarkirin. Şert û mercên girtîgehê yên wî neguherîne û têkiliyên wî bi cîhana derve re hîn jî bi biryarên siyasî yên rayedarên Tirkiyeyê ve girêdayî ne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Sibata 2026’an de Komîyona Têkiliyan rapora dawî ya xwe belav kiribû. Di raporê de bal hatibû kişandina ser girîngiya bicihanîna hemû biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiye dike. Her wiha pêşniyara xurtkirina mekanîzmeya berdest dike. Berdewambûna nêzîkatiya dijeterorê weke çarçoveyeke serekî, hê jî astengiyeke li pêşiya nîqaş û aştiya rasteqîn. Dîsa di raporê de qala wê yekê dike ku hikûmeta Tirkiye tenê têbîniyên komîteya Wezîran a Meclisa Ewropayê di Îlona sala borî de girtine, lê hê jî ti gav pratîkî ji bo bicihanînê neavêtiye.”

 Di dawiyê de ev tişt hat ser ziman: “Em partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl li Herêma Başûrê Kurdistanê daxwaz ji Komîteya Wezareta Meclîsa Ewropayê dikin ku bicihanîna biryara sala 2014’an a Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê ya têkildarî doza Abdullah Ocalan piştrast bikin û Mafê Hêvî binasin. Bang azadbûna Abdullah Ocalan dikin û avakirina şert û mercên temam a bê sînor ji bo bikare bi awayeke aktîf di qonaxên bê ya aştiyê de kar bike.”