Festîvala Zarokan a herêma Firatê bi coşeke mezin dawî bû

Festîvala zarokan a herêma Firatê ku bi beşdarbûna 500 zarokan hat li darxistin, di roja duyemîn de bi belavkirina xiletan dawî bû.

Kobanê - Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê û navnenda Çand û Hûnera Baqî Xido dibin diruşma "Aştî bi xemla zarokan bedew dibe" festîfala zarokan li darxistin. Festîvala ku li hola Firatê hat li darixistin komên govend, stran, helbest, wêne û şano ji bajarên Reqa, Tebqa, Minbic, kantona Kobanê û bajaroka Sirînê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Çerkezan bi rêve çû. 
Di dawiya festîvalê de komên beşdar, komîteya amedekar, pêkêşvanên festîvalê, Desteya Çand û Hûnerê, Hêzên ewlekariyê û ajansa me JINHA yê xilat girtin.
Festîval bi gerandina govendê dawî bû.