Federasyona Zîndaniyên sîyasî êrîşên ser Başûr şermezar kir
Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Başûrê Kurdistanê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li aliyên siyasî kir ku xwedî helwest bin. Zindaniyan daxwaz kirin ku welatî kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin.

Navenda Nuçeyan - Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Başûrê Kurdistanê derbarê êrişa dewleta Tirk a dagirker a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hatî despêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand û bi bîr xist ku armanca hêzên dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê, birina neft û gaza Herêma Kurdistanê ye.
Federasyonê êrişa dewleta Tirk bi tûndî şermezar kir û xwest aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwedî helwest bin. Federasyonê da zanîn ku bêdengiya hemberî êrişên Tirkiyeyê, tê wateya pejirandina rewşê û bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê kir ku kel û pelên dewleta Tirk boykot bikin.