Du jinên Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
Rejîma Îranê Kampa Alan ya ser bi Balîsan bombebaran kir û di encamê de 2 jinên pêşmerge bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî yên PDK-Î jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – 28’ê Sibatê de DYE-Israîl şerekê li hember rejîma Îranê dan destpêkirin. Di vê şerê de Başûrê Kurdistanê jî bûye qadekê şer. Her roj ji hêla rejîma Îranê ve Başûrê Kurdistanê tê bombebaran kirin di encamê van bomberanan de gelek windahiyên canî û maddî çêdibin.
Li gorî agahiyan îro danê êvarî rejîma Îranê Kampa Cejnekan û Alan ya sînorê Parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Di encama êrişê de du jinên pêşmerge û ciwanek jiyana xwe ji destdan hinek kes jî birîndar bûn.
Rejîma Îranê mûşekan sînorê Balîsan û Behrikê ya dikeve ser Parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Êrişî Kampa Cejnekan ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) ya nêzîkî Behrikê ya Hewlêrê hate kirin û ji ber vê yekê ciwanê bi navê Şahîn Azerberzîn jiyana xwe ji destda û, bavê wî jî birîndar bû.
Cardin di êrişa hemwext de rejîma Îranê Kampa Alan ya ser bi Balîsan bombebaran kir û di encamê de 2 jinên pêşmerge bi navê Neda Mîrî û Semîra Elayarî yên PDK-Î jiyana xwe ji dest dan. Hinek din pêşmerge jî birîndar bûne.