NY: Her roj herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin

Berdevka Jinan ya NYˊyê Sophia Kaltroup, ragihand ku li Şerîda Xezayê zêdetirî 38 hezar jin di nava du salan de hatine qetilkirin.

Navenda  Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Şerîda Xezayê di navbera Cotmeha 2023ˊyan û dawiya 2025ˊan de zêdetirî 38 hezar jin û keç hatine kuştin.

Berdevka Jinan ya NYˊyê Sophia Kaltroup li Cinêvê der barê rewşa jinan li Xezayê ji rojnamevanan re got: "Di navbera Cotmeha 2023ˊyan û Ber  Çileya 2025ˊan de, zêdetirî 38 hezar jin û keç di êrişên hewayî û bejahî yên Îsraîlê de hatin hedefgirtin.”

‘Her roj herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin’

Sophia Kaltroup balkişand ser hejmara jin û keçên ku bûne hedef û ji bo hejmara rojane ya jinan wiha got: “Di nav wan de zêdetirî 22 hezar jin û 16 hezar keç hene. Ev tê wateya ku her roj herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin.”