Doza Şerîfe Muhamedî ji nû ve hat dîtin

Doza Şerîfe Muhamedî ya ku cezayê darvekirinê lê hatibû betalkirin, hat dîtin. Serokê dadgehê danişînê taloqî dîrokeke nediyar kir.

Doza Şerîfe Muhamedî ji nû ve hat dîtin

Navenda Nûçeyan – Piştî ku cezayê îdamê  ya çalakvana mafên karkeran Şerîfe Muhamedî ku di 12’ê Cotmehê de li Girtîgeha Lakan a Reştê girtî bû, hat betalkirin, danişîna wê roja 19’ê Kanûnê li 2’yemîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin. Şerîfe Muhamedî û parêzerê xwe bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê beşdarî dadgehê bûn.

Daxwaza parêzeran a ji bo Şerîfe Muhamedî li dadgehê amade bû hat redkirin. Serokê dadgehê danişîn taloqî dîrokeke nediyar kir.