“Divê em kulmên xwe bişidînin û biqîrin bibêjin: An mirin an azadî”

Rêxistina Xwendekarên Pêşverû ya Zanîngeha Îsfehanê, çalakiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û wiha hat gotin: “Niha dem ew dem e ku ji her demê zêdetir bi wêrekî em bi hev re li dijî paşverûyan şer bikin.”

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya li paytexta Îran Tahranê hat qetilkirin, li Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, li hemû beşên civakê belav dibin. Rêxistina Xwendekarên Pêşverû ya Zanîngeha Îsfehanê jî der barê boykot û çalakiyên li zanîngehan didomin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku piştgirî ji xwendekaran re tê dayîn de, hat diyarkirin ku divê çalakî qet neyên sekinandin û heta dawiyê bên domandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Êrîşê çalakiyên ciwanên azadîxwaz, ciwanên zanyar û xwendekarên azadîxwaz dikin. Em xwepêşandan û çalakiyan bi serkeftî û di cihê xwe de dibînin. Yên azadîxwaz ji çar aliyên vî welatî bi hev re diqîrin divê vê qîrîna xwe berdewam bikin. Divê ev daxwaza azadiyê ji bo nifşên pêşerojê jî wekî azadiyê belav bibe. Niha dem ew dem e ku ji her demê zêdetir bi wêrekî em bi hev re bi ser paşverûyan ve biçin. Divê em kulmên xwe bişidînin û biqîrin bibêjin: An mirin an azadî.”