‘Dilîşan Îbîş şop û mîrateya bêdawî li pey xwe hişt’
Di salvegera şehadeta Dilîşan Îbîş ku jiyana xwe ji bo ronîkirina berxwedana jinan feda kir de, heval û hevkarên wê bal kişandin ser rola wê ya di pêşxistina medyaya jinan de û destnîşan kirin ku şopandina riya wê berpirsyariyeke pîroz e.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – 12’ê Cotmehê salvegera 9’emîn a şehadeta Dilîşan Îbîş e, rojnamevanek ku şeş salên jiyana xwe ji bo rojnamegeriyê, ji bo vegotina rastiyên civakê, bi taybetî jî balkişandina ser wate û mîsyona jinên ku di şer û pevçûnan de bêparastin in feda kir. Ji bo wê, kamera ne tenê amûrek ji bo belgekirina bûyeran bû, di heman demê de pencereyek bû, ji bo gihîştandina dengê kesên ku hatine bêdengkirin.
Jidayîkbûna li Kobanê û destpêka rêwîtiya xebatên medyayê

Dilîşan Îbîş di sala 1992’an de li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistan di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Malbat bi hezkirina welat û pabendbûna xwe ya bi doza Kurd re dihat nasîn. Destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala 2012’an de xaleke girîng di jiyana wê de çêkir û ew ber bi hilbijartina tevlîbûna tevgera şoreşgerî ve bir. Di sala 2013’an de dest bi rêwîtiya xwe ya medyayê kir, di radyoya "Dengê Kobanê" de xebitî.
Bi destpêkirina êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê re, di sala 2014’an de, beşdarî xebatên çapemeniya şer bû. Berxwedan û bûyeran şopand lê belê şert û mercên dijwar wê neçar kirin ku ji bajêr derkeve û di dema rêwîtiya xwe de, ji hêla dewleta Tirk ve hat girtin. Bi çend hevalên xwe yên rojnameger re 18 rojan di girtîgehê de ma.
Pêla berxwedanê girtîgeh û xebata di ajansan de
Piştî serbest hat berdan çû Qamişloyê û xebata xwe ya medyayê li radyoya "Dengê Cûdî" domand. Bi rizgarkirina Kobanê re di sala 2015’an de, vegeriya bajarê xwe û xebata xwe di Radyoya Dengê Kobanê de domand. Piştî du mehan xebata li Ronahî TV, di sala 2016’an de çû Ajansa Nûçeyan a Hawarê, li wir bûyerên ku rojane diqewimîn dişopand û rastiyên jiyana di bin şer de belge dikir.
Dilîşan Îbîş operasyonên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî DAIŞ’ê li Sirîn, Minbic, Tebqa û Reqayê dişopand û erka wê ya dawî şopandina Operasyona Bahoza Cizîrê ya li Dêra Zorê bû. Di 12’ê Cotmeha 2017’an de, Dilîşan Îbîş dema ku bi hevkarên xwe Hawkar Mihemed û Rizgar Denîz re operasyona rizgarkirina Dêra Zorê dişopand, şehîd ket.
"Her şehîdek ku li vir hatiye veşartin destaneke bi êş e"
Di salvegera nehemîn a şehadeta Dilîşan Îbîş de, Şîlan Mihemed, nûçegihana JIN TV li Kobanê, li ser xebata Dilîşan, kesayetiya wê û mîrateya rojnamegerî û mirovî ya ku li pey xwe hiştiye axivî.
Şîlan Mihemed wiha got: "Îro em li Goristana Şehîd Dîjle ya li Kobanê ne, cihekî ku ji bo xelkê vî bajarî xwedî wate û girîngiyeke taybet e. Her şehîdek ku li vir hatiye veşartin çîrokeke wî/wê heye, destaneke bi êş e û di nava wan de Dilîşan jî heye ku bêwestan ji bo ragihandina rastiya civaka me ji cîhanê re xebitî."
Şîlan Mihemed da zanîn ku Dilîşan, weke jineke ciwan a ji Kobanê, dixwest bibe perçeyek ji şoreşê loma di wê pêvajoyê de rojnamegeriya şer hilbijart. Her wiha tekez kir ku kesayetiya bi bandor û xebata bêwestan a Dilîşanê şopek mezin û mîrateyek girîng di medyayê de ava kiriye.
Şîlan Mihemed da zanîn ku Dilîşan Îbîş bi giyanê mamostehî nêzî hevkarên xwe dibû û wiha berdewam kir: “Ev yek bi taybetî ji baweriya wê ya bi girîngiya radyoya "Dengê Kobanê" ku yek ji dezgehên medyayê yên pêşeng ên herêmê ye dihat. Di şoreşê de dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê, bi baweriya ku avakirina medyayeke bihêz bi pêşxistina kesên jêhatî yên dikarin erkên xwe bi awayekî profesyonel û berpirsiyar pêk bînin dest pê dike. Wê gelek hewl da karê medyayê baştir bike.”
Der barê kesayetiya Dilîşan û bîranînên hevpar bi wê re, Şîlan Mihemed, rûgeşiya Dilîşanê ya domdar û giyanê wê yê erênî bi bîr xist û got: “Rûyê wê geş bû, kesek dilşad bû, kesayetiyek bihêz bû, moral û baweriya wê ya bi xwe moral dida kesên li dora xwe jî.”
Rola wê ya di medyaya jinan de û parastina mîrateya şehîdan
Rola Dilîşan Îbîş ne tenê bi xebata di nava rêxistinên medyayê de sînordar bû, ew rojnamevanek li qadê bû, gelek operasyonên leşkerî li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopand, rewş, êşa sivîl û jinên koçber di nava şer de belge dikir.
Der barê rola Dilîşan a li qadê de Şîlan Mihemed wiha vegot: “Hêza wê ya kesane di hevkarên wê û şervanên li dora wê de xuya bû. Wê hewl da di şert û mercên herî dijwar de moral bilind bike û qet nehişt tirs bibe asteng li pêşiya bicihanîna erkên ku divê werin kirin.”
Mîrateyek ku bi koça dawî tune nabe
Neh sal piştî şehadeta xwe jî Dilîşan Îbîş bi helwest, bîranîn û ezmûna xwe ya pîşeyî û mirovî di bîranînên hevkarên xwe de dijî. Ew bi kameraya xwe ya ku li qadê rakiribû şehîd ket û mîrateyek li pey xwe hişt. Ew her dem tîne bîra me ku rojnamegerî ne tenê ragihandina bûyeran e, berpirsiyariyeke li hemberî civakê ye, şahidiya êşa mirovan e û hewldanek berdewam e ji bo dayîna deng û wêneyek ji rastiyê re. Deng û wêneyek ku bi koça dawî winda nabe.