Navenda Nûçeyan – Komîteya Azadiyan a girêdayî Sendîkaya Rojnamevanan, di rapora xwe ya mehane de ragihand ku di meha Cotmeha borî de, li dijî rojnamevan û saziyên medyayê yên Filistînî 134 binpêkirin ji aliyê hêzên Îsraîlê, niştecih, dadgehên leşkerî û medyaya Îbranî ve hatine tomarkirin.
Li gorî daneyên ku duh hatine weşandin, hewldanên astengkirina karê rojnamevanan bi rêya êrîşên rasterast, gefxwarin û serdegirtinan berdewam dikin. Her wiha komîteyê destnîşan kir ku siyaseta desteserkirin û qedexekirina şopandinê bi 70 bûyeran di serê lîsteya binpêkirinan de cih girtiye.
Her wiha komîteyê 27 bûyerên êrîşa bi gaza rondikrêj û bombeyên deng, 8 bûyerên serdegirtina mal û saziyên rojnamevaniyê, li gel 7 bûyerên girtinê û 7 bûyerên derxistina rojnamevanan li pêşberî dadgehên leşkerî belge kirin.
Derbarê êrîşên fîzîkî yên li dijî rojnamevanan de, raporê 3 birîndarbûnên bi guleyên rastîn û birîndarbûneke giran a bi perçeyên mûşekan tomar kirine. Di heman demê de 5 êrîş ji aliyê niştecihan ve li dijî rojnamevanan hatine kirin. Her wiha 3 bûyerên lêpirsînê, 2 bûyerên gefxwarin û handanê û ferzkirina cezayekî diravî li ser rojnamevanekî hatin tomarkirin.
Banga ‘rojnamevanên Filistînî biparêzin’
Komîteyê destnîşan kir ku piraniya binpêkirinan li bajarê El-Xelîlê pêk hatine, bi taybetî piştî pevçûna çekdarî ya li herêma "Ferş El-Hewa" û tedbîrên leşkerî yên tund ku zêdetirî hefteyekê dom kirin. Hêzên Îsraîlê van şert û mercan bikar anîn da ku bi rêya desteserkirin û armanckirina rasterast, astengiyan li pêşiya tîmên rojnamevaniyê çêkin.
Komîteyê tekez kir ku ev binpêkirin azadiya karê rojnamevaniyê sînordar dikin û mafê raya giştî yê gihîştina agahiyan binpê dikin. Komîteyê bang li saziyên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku ji bo parastina rojnamevanên Filistînî, darizandina berpirsan û dawîanîna li siyaseta bêcezakirinê, gavên cidî bavêjin.




