Di êrîşa RSFê ya El-Nuhudê de zêdetirî 10 sivîl hatin kuştin

Tevî kûrbûna krîza mirovî ya li Sûdanê, êrîşên li ser qadên jiyanê yên sivîlan didomin. Di êrîşa ser gundê RSFê ya li ser gundê Ebû Ajal El-Nuhudê de zêdetirî 10 sivîl hatin kustin û gelek kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê li Sûdanê berdewam dike. Ji ber pevçûnên berdewam ên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de her diçe dijwartir dibe. Di encama êrîşan de bi hezaran kes mirin, bi milyonan kes koçber bûn û xetera birçîbûnê her diçe zêdetir dibe.

Komîteya Awarte ya Dar Hamar di daxuyaniyeke çapemeniyê ya roja 6’ê Cotmehê de, diyar kir ku RSF’ê êrîşî gundê Ebû Ajal ê li herêma gundewarî ya başûrê rojhilatê El-Nuhud kiriye û zêdetirî 10 sivîl hatine kuştin.

Komîteyê her wiha diyar kir ku di êrîşê de gelek niştecih birîndar bûne. Bêyî ku sedemên êrîşê diyar bike, RSF’ê ji binpêkirinên li dijî sivîlên li gund tawanbar kir. Der barê van tohmetan de ji aliyê din bersivek nehatiye dayîn.

Pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ji Nîsana 2023’an vir ve berdewam dike ku di encamê de bi deh hezaran Sûdanî mirine, bi qasî 13 milyon kes koçber bûne û birçîbûn bûye yek ji krîzên herî xirab ên cîhanê. Di demek wiha de Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) piştî pêşveçûna artêşa Sûdanê li dewleta cîran a Kordofana Bakur, leşkerên xwe li dewleta Kordofana Rojava kom dike û ber bi bajarokên El-Nuhud û El-Xawî ve dibe.

Berê Tora Bijîjkên Sûdanê ragihand ku 25 sivîl li bajarê Umm Bedr li dewleta Kordofana Bakur hatine kuştin û RSF berpirsiyarê vê yekê ye.

Ji dawiya Tîrmehê ve, artêşa Sûdanê kontrola xwe li Kordofana Bakur berfireh kiriye, bajarê Bara, deverên Cebra el-Şêx û Umm Sayala ji nû ve girtiye û riya neteweyî ya ku Bara bi Omdurmanê, bi rojavayê paytext Xartûmê ve girêdide, ewle kiriye. Ev tevgerên leşkerî di nava pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de li seranserê sê dewletên Kordofan (Bakur, Rojava û Başûr) ji Cotmeha 2025’an ve didomin.