Di bîranîna li Roboskê de: Divê hûn hevrû bibin û lêborînê bixwazin

Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari ya di bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya Roboskê de axivî, wiha got: “Erdogan û hevalên wî divê hûn hevrû bibin, lêborînê bixwazin û divê hûn komîsyona lêkolîna heqîqetê ava bikin.”

Şirnex - Di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê yê Qilabana Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer ên hêzên çekdar ên Tirk (TSK) de piraniya wan zarok 34 kes hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera 10’emîn a komkujiyê li Goristana Roboskê bîranîn hat lidarxistin. Ji bo bîranînê malbatên kesên li Roboskê xizmên xwe winda kirin, Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), EMEP, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Wekîlên HDP’ê, baroyên navçeyan û Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan beşdar bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, beşdaran pankarta "Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin, em ê hesab bipirsin" vekirin.
"Divê hûn hevrû bibin" 
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku windakirina 34 kesan ne tenê windakirina gelê Kurd û malbatên wan e û wiha got:
"Dîroka Tirkiyeyê bi qetlîaman tijî ye. Mirov dihatin bombekirin û serokwezîrê wê demê wekî ku tiştek neqewimîbe daxuyanî da. Zarokên 12-13 salî ji bo debara xwe bikin li ser pişta hêstîran diçûn ser sînor. Ew sivîl bûn û we sivîlan bi balafiran qetil kir. We lêborîn nexwest, we hesas dît lê belê bedenên perçebûyî, yên di nav betaniyeyan de pêçandî, ew kesên ku li ser pişta hêstiran anîn gund, di zikê dayikekê de mezin bûne, wekî te wekî min mirov bûn. Erdogan û hevalên wî divê hûn hevrû bibin, lêborînê bixwazin, ji bo lêkolîna heqîqetê komîsyonek ava bikin.We ji mirovên sivîl re mirinê rewa dît. Bi bomberana 46 deqîqeyan a hêzên çekdar ên tirk. Helbet ev êrîş xwedî wateyeke siyasî ye, lê beriya her tiştî dijminatiya gelê Kurd e. Hikûmeta ku her cure hovîtiyê ji xwe re maf dibîne, vê jî ji xwe re maf dît. Divê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin û hevrûbûn bê kirin."
Wekîla HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî got; "Em kengê destên hev bernedin, wê demê em ê bigihîjin edaletê."
“Malbat hîn di şînê de ne” 
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu ku li ser navê malbatan û di heman demê de komkujiyê de gelek xizmên xwe winda kiriye jî axivî, diyar kir ku dayik hê jî bi cilên reş di şînê de ne. Ferhat Encu got: “Ev dosya tê xwestin ku li korîdorên Enqereyê di nav dîwaran de bê veşartin. Nayê qebûlkirin ku felaketeke wiha qanûnî wekî ku tiştek neqewime, were dîtin”, nameya Serokê Roboskê Derê Velî Encu ku 3 sal in li Girtîgeha Samsûn Bafrayê de girtî ye û birayê wî ku li girtîgehê ji bo salvegera komkujiyê nivîsandibû xwend.
Bîranîn bi dayîna qurnefîlan ji bo malbatan, li ser goristanê bi dawî bû.