Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de daxuyaniyek da. Eşref el-Qudra diyar kir ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Zivala Xezayê 150 Filistînî qetilkirine kirin û 313 Filistînî jî birîndar kirine.
Gihîştina cenazeyan tê astengkirin
Eşref el-Qudra destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve hejmara Filistîniyên ku li Xezayê hatin qetilkirin derket 26 hezar û 900’î û hejmara birîndaran jî derket 65 hezar û 949’an. Eşref el-Qudra di berdevamiya daxiyaniya xwe de destnîşan kir ku ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, tîmên tenduristiyê û sivîlan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku rayedarên parastinê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.




