Danaşîna doza parlemnter Ayşegul Doxan wê berdewam bike

Danişîna doza Rojnameger Ayşegul Dogan ku ji Partiya Çepên Kesk parlamenter hat hilbijartin taloqî 4’ê Cotmehê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Koordînatora Bernameyan a ÎMC TV’yê ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Ayşegul Dogan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û ev ceza ji hêla dadgeha îstînafê ve hatibû xerakirin. Danişîna doza ku cardin destpêkir hate dîtin.

Ayşegul Doxan ji ber tevlibûna xebatên Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê tawanbarkirin, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de weke Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê hate hilbijartin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Parêzerên Ayşegul Doxan, Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen tevli danişînê bûn.

Di danişînê de dadgehê ji parêzeran re got ku heke daxwazeke wan tune be dê dosyayê ji bo mutalaa were amadekirin ji dozgeriyê re bişîne. Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku muwekîla wî di hilbijartinên 14’ê Gulanê de parlamenter hatiye hilbijartin û xwest ku têkildarî mijarê ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Şirnexê re muzekkere were nivîsandin.

Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û biryar da ku ji Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Şirnexê re muzekkere were nivîsandin û li gorî bersivê jî derheqê darizandinê de biryarê bide.

Parêzer Ahmet Ozmen jî da zanîn ku ji sala 2017’an heta niha derheqê muwekîla wî de biryara kontrola edlî heye û xwest ku were rakirin. Dadgehê ev daxwaz red kir û danişîn taloqî 4’ê cotmehê kir.