Li Yemenê ji bo jinên girtî projeyên nû

Li Yemenê navenda Rehabilitasyonê ya parastina zarokên keç û jinan, di pêvajoya jinên di girtîgeh û ji girtîgehê derketin de xebatên piştgirî û bi hêzkirina pêwîstiya wan dimeşînin.

RANIA ABDULLAH

Yemen- Li Yemenê jinên di girtîgehan de û hikum girtin, piştî ku tên berdan, cardin di ketina nava civakê de pirsgirêkan jiyan dikin, hem di nava civakê de hem jî di nava malbatê de rastî zextan tên.

Li Yemenê navenda Rehabilitasyonê ya parastina zarokên keç û jinan, bi armanca jinên ku demekê di girtîgehê de mane û piştî ku ji girtîgehê derketin ji bo çareseriyekê ji bê mafiyên ku jiyan kirin re bibînin hatiye avakirin. Di sala 2020’an de komek çalakvan û parêzavên mafê mirovan, ji bo jiyanek bi ewle ji jinên girtî re ava bikin, di çarçoveya projeya Aman de komxebatek li darxistin. Li Taiz di komxebata bi sernavê ‘Li dijî jinên girtî kêmkirina bê mafiyan, rola meqamên rayedar û saziyên civaka sivîl bi hêzkirin’ ji navxweyî û meqamên ewlehiyê 15 nuner, saziyên civaka sivîl, pisporên medyayê û rojnameger bejdar bûn.

Jin di civakê de tên vederkirin

Ji ber nêrînên civakê li beramberî girtiyan, jina 30 salî a ku nexwest navê xwe bêje, li bajarê Taiz yê Başûr Rojavayê Yemen jiyan dike diyarkir ku piştî ji girtîgehê hate berdan jiyana wê gelek zehmet bûye û ji aliyê civak û malbatê ve nehatiye qebûl kirin û got: “Di civaka mede berevajî mêran girtina jinan normal nayê dîtin. Ji ber îfadeya şerm heta dawî li ser me dimîne, min mala xwe guhert û min dest bi jiyanek tijî zehmetî kir. Ji bo ez pêwîstiyên xwe ên bingehîn pêkbînin ez li çavkaniyek ya dahatê geriyam. Ez beşdarî atolyeyên navenda Rehabilitasyonê bûm û ji bo min bû destpêkek nû.” 

Proje tên pêşxistin

Koordînatora pirojeyê Atlal Rajeh da zanîn ku proje ji çend xebat û çalakiyan pêktê û destnîşan kir ku xebatên wan ên yekem ji bo jinên ciwan û meran e û wiha got: “Der barê derxistina kêrhatiyên jin û mêran em perwerde didin. Xebatek bi sernavê ‘Jinên ketin girtîgehan’ heye. Ev xebatên bi vî awayî dikarin bi hêsantir bikevin nava jiyana civakê û baweriya wan a bi wan zêde dibe.”

Atlal Rajeh da zanîn li bajarê Taiz bi beşdariya meqamên ewlehiyê, meqamên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl gelek komxebat dane meşandin û wiha got: “Ji bo mehkumên jin avakirina platformek bi ewle giring bû. Jin divê li girtîgeh û ji derve divê em ji bo wan polîtakayekê diyarbikin. Ji dereveyî girtîgehê me perwerde da komek ciwan û der barê şert û merc mahkuman de em ê dest bi kampanayayek ya parastinê bikin.”

 

Tê armanckirin ku hêza rayedaran zêde bikin

Seroka komîteya jinê netewî Sabah Al-Sharabi ku bejdarî komxebatê bûyî wiha got: “Ev komxebat, ji bo jinên girtî û di pêvajoya ku di girtîgehê de mayîn de piştre ew bê mafiyên ku rastî hatine kêm bikin, tê hedefkirin ku rola rayedarên ewlehiyê bi hêz bikin. Piştî ku ji girtîgehê derket, wê pêvajoyek çawa ya jiyanê, bi çi re rû bi rû bimînin, li beramberî pirsgirêkên ku jiyan dikin çawa nêz bibin niqaş hatin meşandin.” 

 

Wê piştgiriya jinan were kirin

Rojanameger Ahlam Al-Maqaleh wiha got: “Atolye berhemdar derbas bû, me ji zanyariyên nû ên derbarê statuya hiqûqî ya jinên girtî de sûd girt. Me jî der barê mafê jinên girtî, bêmafiyên ku jiyan kirin û mijara çareseriyê de pêşniyar kir. Giringiya vê komxebatê hem jinên girtî, hem jî piştî girtîgehê bê mafiyên ku rastî hatin derbixin holê û çareseriyê ava bikin û giringî bidin statuya civakî. Di komxebatê de malên parastin û rehabilatasyona jinan werin avkirin, piştgiriya hiquqî ji jinên girti re were peyda kirin. Ji jinên ku piştî ku ji girtîgehê derketin piştgiriya derûnî ava bikin û ji bo perwerdê bi medayayê re xeta têkiliyê avabikin û gelek pêşniyar derket holê.”