"DAIŞ rêxistina herî xeternak e ku em di kampeke mirovî de pê re rû bi rû ne"

Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan ragihand ku DAIŞ rêxistina herî xeternak a li cîhanê ye û got ku çareseriya pirsgirêka Kampa Holê vegera hemû kesên li kampa Holê ya bo welatên wan e.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Kampa Holê 45 km. li rojhilatê bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Kamp ji sala 2016'an ve di bin rêveberiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye. Kamp ji 9 beşan ji koçberên Sûriyeyê, penaberên Iraqê û beşek jî ji jinên DAIŞ'ê yên biyanî ku ji 52 welatan hatine pêk tê, hejmara kesên ku tê de dijîn 54390 e. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ku rê li ber şane û çeteyên DAIŞ'ê yên ku bûyer û sûcên kuştinê di hundirê kampê de dikin, bigrin dest bi qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin. Li gor bîlançoya dawî di roja pêncemîn a operasyonê de 23 kesên bi gumana DAIŞ'ê hatine girtin û lêpirsîna wan didome. 23 konên cihê perwerdê û dadgehê hatine rakirin. Her wiha hinek tunel hatine dîtin. Labtopek, 8 telefon u tabletek ku bi renên cuda hatibûn veşartin hatin girtin. Bi giştî 113 kon hatine rakirin û 110 kesên bi gumanên ku dibe çeteyên DAİŞ'ê bin hatine girtin. Operasyon di roja xwe ya şeşemîn de didome. 

Derbarê rewşa kampê de jî Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan bi berfirehî axivî.

"Di kampê de du xet hene yek aliyê wê yê mirovî ye û yê din jî aliyê wê yê terorî ye"

Cîhan Henan got ku di kampê de du xet hene yek aliyê wê yê mirovî ye û yê din jî aliyê wê yê terorî ye û wiha pê de çû: "Li vir du xet hene aliyê wê yê ku penaber û koçberên Sûrî û Îraqê ku ji ber şerên li welat û herêmên wan çêbûn xwe spartin kampê, aliyê wê yê din jî di nava wan de yên ku rêya DAIŞ'ê a ku xeterîn rêxistina terorê di cîhanê de hilbijartin hene. Ji nû ve çeteyên DAIŞ'ê û şaneyên wan di kampê de xwe rêxistin kirin û bingeheke xurt ji xwe re avakirin. Sal bi sal ev şane rêxistina wan xurt bû, ji lewra dikarîbûn ku kampê tev penaber û koçberên bê sûc bixin bin kontrola xwe û hovîtiya xwe belav bikin. Ji ber wê jî aliyekî wê yê mirovî heye û aliyê wê yê din jî terorî ye ku li ser tevahiya cîhanê jî xeteriyê ava dike."

"Em alîkariyê didin lê em nizanin gelo em didin kesên bê guneh an jî şaneyên DAIŞ'ê"

Cîhan Henan da zanîn ku ew nikarin şaneyan ji penaberan derxînin ango nas bikin û wiha pêl da gotina xwe: "Em wekî rêveberiyeke sivîl a kampê, têkiliyên me bi saziyên mirovî re û hemû kesên di kampê de dijîn hene. Lê em nikarin şaneyên DAIŞ'ê ji penaber û koçeran cûda bikin, ango nas bikin. Ji ber ku şane û çeteyan xwe di nava wan de veşartine, ji ber wê jî em zehmetiyan bi danûstendina bi kesên li kampê dijîn dikşînin. Em alîkariyeke mirovî didin lê em nizanin gelo bi rastî em didin kesên bê guneh an jî didin şaneyên û çeteyan. Şêweyên kuştinê li vir pir in."

"Rêxistinên ku dixwazin derbasî beşên xwe dikin yên naxwazin jî wan li derve dihêlin"

Cîhan Henan bal kişand ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin û wiha anî ziman: "Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Dema ku îro Operasyona Mirovî û Ewlehî dest pê kir û bi encamên baş birêve diçe, mane divê ku aliyê wê yê mirovî û alîkarîdayinê jî hebe û nabe ku li ser kampeke 54390 kes tê de dijîn alîkariyê qut bikin. Lê rêxistinên alîkariyê vê yekê dikin, ev yek jî barê me pir giran dike. Di vê mijarê de jî me wekî rêveberiya kampê alîkarî nesekinandiye, beşa tenduristiyê amade ye û xizmetên xilaskirina jiyana mirovan jî hazir in. Hinek beş di kampê de hene, rêxistinên ku lê dixebitin nikarin derbasî wan beşan bibin. Sedema wê jî hebûna şaneyên DAIŞ'ê yên xwedî fikrê tunderew ku kesî qebûl nakin e. Şane û çete xizmetê ku sûdê jê digrin dihêlin ku ew rêxistin derbasî beşa wan bibe, ya ku naxwazin jî dikarin te li derveyî beşa xwe bihêlin. Nêzî sal û nîvekê ye em nikarin rehet di nava kampê de tevbigerin, ango dakevin nava wan bixebitin ne tenê em lê belê hevkarên me jî."

Çareseriya pirsgirêka Kampa Holê

Cîhan Henan da zanîn ku Operasyona Mirovî û Ewlehî di vê pêvajoyê de pir pêwîst bû û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji ber sûc û bûyerên kuştinê di hundirê kampê de rû dan, gefên ku li penaber û koçberan hatin xwarin, nekarîna tevgera hevkar û rêxistinên alîkariyê di kampê de pêwîstî hebû ku operasyoneke wiha berfireh were lidarxistin. Her wiha em di vê dawiyê de jî bang li hevkarên xwe yên ku di hêzên navdelwetî de cih digrin ên berpirsên dosyaya Kampa Holê ne ku di nava hevkariyê de bin ku em bikaribin şaneyên DAIŞ bi dawî bikin. Her wiha vegera penaber û koçberên Iraq û Sûriyeyê jî ji armancên me yên sereke ne. Ji bo ku pirsgirêka Kampa Holê çareser bibe divê ku welatên derve hemwelatiyên xwe bigrin welatê xwe."