Cîhan Gulo: Em ê xwe bikin xelekek ji agir û parastina YPJ’ê bikin
Dayika Cangoriya YPJ’ê Gulan Gulo, Cîhan Gulo têkildarî tevlîbûna keça xwe Gulan nava refên YPJ’ê de axivî, Cîhan got: “Em ê heta dawiyê piştgiriya YPJ’ê bikin, ji ber ku YPJ’ê hebûn û nasnama me ye.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, jinan di gelek warên têkoşînê de roleke girîng lîstin, her wiha Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di parastina herêmê û xurtkirina destkeftiyên jinan de roleke mezin girt ser xwe. Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê û hatina hikûmeta demkî gelek guhartinên siyasî hatih jiyîn. Hikûmeta demkî ku hebûna jinan di hemû qadan de qebûl nake, zêdetirî salekiyê hatiye ser desthilata Sûriyeyê, YPJ’ê bi fermî di nava artêşa Sûriyeyê de qebûl nake. Li hemberî vê yekê bertekên dayikan û jinan zêde bû û derket holê, jinan dest bi lidarxistina çalakiyan kirin her wiha kampanyayên piştgiryê ragihandin.
Dayîka şervana YPJ’ê Gulan Gulo Cîhan Gulo têkildarî tevlîbûn keça xwe Gulan ji ajansa me re axivî, Cîhan got: “Ew ê heya dawî bi YPJ’ê re bin.”
‘Cangorî Gulan bi şahiyekê û bi serbilindî ji malê derket’
Dayîka cangorî Gulan Gulo Cîhan Gulo diyar kir ku keça wê di gelek deveran de têkoşînekî bê hempa daye meşandin û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “Gulan bi temenkî ciwan di sala 2011`an de tevlî nava refên YPJ`ê bû. Di dema marasîma şehadeta heval Xebat û Rûstem Cûdî de meşek girseyî hat li darxistin, Gulan jî tevlî meşê bû. Piştî ku meş bi dawî bû, hat gel min û got: “Dayê ez dixwazim tevlî nava refên YPJ’ê bibim. Min bersiva wê da û got Gulan temam çi ji te re pêwîst e ez ê ji te re peyda bikim, di heman demê de me jê re Şahiyek çêkir û Gulan bi serbilindî ji mal derket û tevlî bû.
‘Peyama Gulan pir bi êş bû’
Cîhan Gulo diyar ku Gulan di gelek deveran de bi hêz û moralekî bilind şerkiriye, Cîhan got: “Gulan nameyek pir bi êş ji min re rêkiribû, Gulan di nameyê de got xweseteka min ew e ku ez carek din te bibînim. Wiha domand: “Gulan xwedî biryar bû, li Şengalê li hemberî DAIŞ’ê şerkiriye, li Tel Hemîsê jî şer daye meşandin. Gav bi gav li Rojavayê Kurdistanê bi qehremanî li hemberî hêzên terorîst şerkiriye. Di dema êrîşên li ser Kobanê de Gulan û birayê xwe li wê derê rastî hev hatin. Di şerê Nisêbînê de Gulan nameyek bi êş ji min re rêkir, Gulan di nameyê de nivîsandibû ku ew gelekî ji min hezdike û got min çiqas dayik dîtin e lê wekî te nabînim.”
‘Ez şervanim xwedî bawerî me’
Cîhan Gulo destnîşan kir ku Gulan di sala 2018’an de li Efrînê Şehîd ket û wiha pê de çû: “Gulan perwerde li Girê Mozan ya girêdayî bajarê Amudê didît, di perwerdeyê de destê Gulan şikest, hevalên wê ew anîn gel Bijîşk, min Gulan li nexweşxanê dît. Zêdetirî salekî Gulan li Efrînê ma, Gulan di sala 2018’an de di şerê Efrînê de bi hêz, moral û qehremanî şer kir û tevlî kerwanên nemiran bû. Min ji keça xwe Gulan re got tu li hemberî DAIŞ’ê radiwestê qey tu natirsê, got na eger ew hov in ez şervan im û xwedî bawerî me. Ji ber vê yekê ez bi şehadeta Gulan ser bilindim. Gulan ji bo welat û azadiyê xwe fedekarî kir.”
‘YPJ hebûn, nasname û azadiya jinan misoger kir’
Cîhan Gulo û wiha bi dawî kir: “Ji bo mafê Gulan û hemû hevalên YPJ’ê em ê her li pişta YPJ’ê bin. Ji despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta roja îro YPJ’ê li hemberî hemû hêzên terorîst şerkir. YPJ’ê hemû deverên Rojavayê Kurdistanê rizgarkir. YPJ’ê hebûn, nasname û azadiya jinan misoger dike. Hikûmeta demkî ku nêzî salekî hatiye li ser desthilata Sûriyeyê, ku bi zihniyetekî hişk nêzî jinan dibe, dibêje ez YPJ’ê qebûl nakin. Em dayîkên şehîdan her û her piştgiriya YPJ’ê bikin. Em jî piştgiriya kampanya ji bo YPJ’ê dikin û heta dawiyê em ê bi YPJ’ê re bin. Em ê xwe bikin xelekek ji agir û parastina YPJ’ê bikin.