Şêrîna ku şehadeta wê hatibû ragihandin behsa dîlgirtinê û lîstikên HTŞ’ê kir

Şervana bi navê Şêrîn ku şehadeta wê hatibû ragihandin ji bo wê merasîm hatibû lidarxistin, navê wê di lîsteya şervanên dîlgirtî de hat eşkerekin û serbest hat berdan. Şêrîn Hisên got ku li dijî hewldanên sîxurkirinê di girtîgehê de şer kiriye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şêrîn Hisên a ku di dema êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên li ser bajarê Reqayê, di Çileya îsal de dîl hatibû girtin, di 1’ê Hezîranê de tevî 27 şervanên YPJ’ê hat berdan.

Çîroka Şêrîn jî mîna gelek çîrok û serpêhatiyên di şerên li ser Kurdistana ku hatiye parçekirin de ye. Destpêkê nasnameya wê bi şehadetê ji aliyê Navenda Ragihandina YPJ’ê ve hat ragihandin paşê merasîmên oxirkirinê hatin lidarxistin lê piştre hat hînbûn ku ew di destên HTŞ’ê de dîlgirtî ye.

 Şêrîn Hisên ji ajansa me re behsa serpêhatî û hûrguliyên dîlgirtina xwe û girtîgehên ku lê hatibûn girtin kir.

18’ê Çileya 2026’an bû…

Şêrîna ku di 18’ê Çileya îsal de hat dîlgirtin wiha hûrguliyên destpêkê yên bûyerê bi bîr tîne û dest bi gotinên xwe dike: “Em li Reqayê bûn, nêzî 12 şervanên jin û 12 jî xort bûn. Me heta demijmêr 18:00’an li ber xwe da lê çareserî nebû! Gundiyên ku êrîşî me dikirin, li dora me kom dibûn û îhtîmala rizgarbûnê pir kêm bû. Li vir, me dest bi amadekariyê kir ku em riyek bibînînin xwe xilas bikin. Me cilên sivîl li xwe kir û çek û rextê xwe jî girt ser milên xwe em li eraziyê belav bûn. Bi hêviya ku em xwe bigihîjînin xalên hevalan û bikaribin rizgar bibin. Nêzî 4-5 demijmêran em dibeziyan, di vê navberê de me xwest em wesayîdek bidin rawestandin da ku me bigihîjîne hevalên me, lê wesayîd a çeteyan bû. Me xwe spart avahiyek, li wir heta demijmêr 02:00’yê nîvî şevê me li ber xwe da. Êdî gundî, şane û êlên Ereban li dora me kom bûn. Em ketin çemberê, bang li me dikirin digotin werin xwe radestî me bikin lê me xwe radestî wan nekir.”

Biryara çalakiyên fedayî ya şervanan

Şêrîn got ku piştî her 24 heval dikevin çemberê biryara çalakiyên fedayî didin û wiha pêl da gotinên xwe: “Cih li me teng dibû, me biryara çalakiyên fedayî da ku em bi saxî nekevin destên çeteyan. Heta dawî em bi fermandariyê re di nava pêwendiyan de bûn lê paşê em hatin dîlgirtin. Bi dîlgirtina me çeteyan em veguhestin Girtîgeha Helebê, li wir gotin sê çar rojan em ê derkevin lê meh di ser re derbas bûn.”

Girtîgeha Helebê tundiya derûnî devkî fîzîkî û îşkenceya bi cereyan

Şêrîn kêliyên girtina destpêkê bi bîr dixe û wiha dibêje: “Gava em birin girtîgehê berê me dan dîwar, destên me girêdayî bûn, em li ser çokan rûniştîbûn. Arşîvên me girtin lê me arşîva xwe şaş dida. Paşê me jin û xortan ji hev cuda kirin, 9 hevalên jin bi hev re man û 9 xortan jî birin odeyeke din. Jixwe 6 şervan li pey me man, 3 jin û 3 xort ketin destên HTŞ’ê. Paşê me birin cem odeya dîlgirtiyên endamên Asayîşa Jin û wiha hejmara me bû 28. Lê em ji hevalên xort agahdar nebûn çiqas man û çiqas derketin em nizanin. Tundiya devkî û derûnî her berdewam kir. Her dem çeteyan bi ser me de qîr dikirin, boksê xwe li deriyên me dixistin û hewl didan me bitirstînin. Di lêpirsîna dawî de me arşîvên xwe rast da lê ji ber ku me arşîvên xwe di destpêkê de şaş dabû tundiya fîzîkî li me kirin û sîle li me xistin bi cereyanê îşkence li hevalên xort dikirin. Her roj hevalên me yê xort bi îşkenceyê şiyar dibûn.”

Veqetandina dîlgirtiyan û hewldanên sîxurkirinê

Şêrîn got ku şervanên jin ên ciwan û temenê wan mezin ji hev cuda kirien û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Nêzî sê meh û nîv em di nava hev de bûn, paşê 13 endamên asayîşê ku piraniya wan dayîk û kesên temenê wan mezin bûn ji me cuda kirin û birin girtîgeha Idlibê. Şervanên ciwan jî birin girtîgeha zanîngehê ya Helebê. Di van kêliyan de me fam kir ku dê lîstikan bikin ji bo em xwe radestî wan bikin. Di lêpirsîna dawî de zêdetirî 10 caran ji min re gotin ‘xwe radestî me bike, were teslîmî me bibe em dewleta Sûriyeyê ne, were bi me re kar bike, tu yê biçî cem malbata xwe.’ Xwestin bi pêşkêşkirina hinek derfetan min bikin xîxur ji bo vê yekê pir bi îsrar kirin lê em di biryara xwe de bi îsrar bûn, me nîşanî wan da ku em ê îxanetê nekin. Bi ser me de qîr dikirin û digotin; ger Ocalan gazî we bike hûn ê biçin. Digotin hevalan we firotiye û pirsa we nakin. Bi her awayî xwestin îradeya me bişkînin û em radest bibin. Bêguman me bawer nedikir, çimkî em hevalan jî nas dikin û dijminê xwe jî baş nas dikin. Ji bo wê jî di girtîgehê de gotina me hemû şervanan di hemû lêpirsînan de jî yek bû. Ji ber wê jî her jinên Kurd lanet dikirin, ji ber ku gotina me yek bû me razên xwe eşkere nedikir. Di hundirê girtîgehê de jî me xwe birêxistin dikir.”

‘Em dizanîbûn heval ji bo serbestberdana me dixebitin’

Şêrîn gotina Rêber Abdullah Ocalan “Hêvî ji serkeftinê bi nirxtir e” bi bîr dixe û wiha dibêje: “Rêber Apo dibêje ku hêvî ji serkeftinê bi nirxtir e, jixwe dema hêviyên mirov qut bibin mirov tune dibe. Hêviyên me hebûn, em dizanibûn ku em ê rojekê ji rojan derkevin. 10 salan bimînin jî di dawî de em ê azad bibin. Me hêviyên xwe nebirî, ji ber ku em dizanibûn heval ji bo serbestberdana me dixebitin û wê me derbixin. Gava ku em ji wesayîdê daketin hevalên ku me pêşwazî kirin gotin me şehadeta we ragihandibû. Dema ku malbatê min dît kêfxweşiyek ku nayê ziman jiya.

Hikûmet di rewşek tenê de jinan nas dike

Şêrîn got ku divê jin dest ji têkoşîna xwe bernedin, serî ji hikûmeta demkî re netewînin û wiha sedema wê anî ziman: “Armanca hikûmetê ew e ku jin di nava malbatê de bin, bizewicin û her dem serîtewandî bimînin. Di girtîgehê de jî ji me re digotin ‘biçin bizewicin û dibistanan bixwînin, hûn di nava hevalan de çi dikin?’ Her dem dixwestin têkoşîna me biçûk bikin lê em ê her dem serbilind bimînin û ji bo vê serbilindahiyê jî em di nava hewldanan de ne.”

Daxwaza naskirina YPJ’ê

Şêrîn xwest YPJ ji aliyê hikûmeta demkî ve were naskirin û wiha bi dawî kir: “Bi hebûn û naskirina YPJ’ê em xwe serbilind dibînin û şehîdên ku hatin dayîn jî armancên me yên têkoşînê nîşan didin. Divê ku hikûmeta demkî YPJ’ê nas bike û bizanibe çiqas bedelên giranbuha dane.”