Binpêkirinên mafên mirovan li Yemenê zêde dibin

Li gorî raporek ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a SAM ve, hatiye ragihandin par li Yemenê herî kêm 2,421 binpêkirinên cidî yên mafên mirovan hatine tomarkirin. Jin û zarok herî zêde bandor bûne û Hûsî ji piraniya binpêkirinan berpirsyar hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan û Azadiyê SAM, ku binpêkirinên mafên mirovan li Yemen û Rojhilata Navîn dişopîne, di rapora xwe ya salane ya îro de ragihand ku binpêkirinên mafên mirovan li welêt di sala borî de zêde bûne.

Raport bi sernavê "Buhaya Bêçalakbûnê" dibêje ku tevî nebûna pêşketinê di pêvajoya çareseriya siyasî de, krîz kûrtir dibe, û di warê maf û azadiyan de paşketinek cidî heye. Raport destnîşan dike ku kêmbûna dijwarîya pevçûnên leşkerî bandorek erênî li ser jiyana sivîlan nekiriye, û binpêkirin bûne beşek ji jiyana rojane.

Rêxistinê ragihand ku par 2,661 dozên binpêkirinên mafên mirovan hatine tomar kirin, ku 2,421 ji wan wekî binpêkirinên cidî hatine piştrast kirin. Wê tekez kir ku 2,025 ji van binpêkirinan rasterast sivîlan hedef girtine.

Kuştin, îşkence û windahî

Li gorî raporê, di nav salê de 280 kes mirine û 170 kes jî birîndar bûne. Piraniya mirinan ji ber çekên agirîn çêbûne (107 bûyer), lê 71 sivîlan ji ber topên bêserûber jiyana xwe ji dest dane.

Mayin û bermahiyên şer bûne sedema 40 mirinan û 49 birîndaran, lê 14 kes, ku piraniya wan jin û zarok bûn, di êrîşên nîşangiran de mirine.

Her wiha, 671 binçavkirinên keyfî û 354 bûyerên windakirina bi zorê hatine tomar kirin, ku bi vî awayî hejmara giştî ya binçavkirin û windakirinan gihîştiye 1025an. 68 bûyerên îşkenceyê di girtîgehan de hatine belgekirin, ku 36 ji wan bi mirinê bi dawî bûne.

Di raporê de her wiha 8 bûyerên kuştinê, û her wiha binpêkirinên wekî serdegirtin, talankirin û desteserkirina milkê, û tevlîkirina bi zorê ya sivîlan bo bernameyên seferberiyê hatine destnîşankirin.

Herî zêde jin û zarok bandor dibin

Raportê destnîşan kir ku jin û zarok komên herî bêparastin in. Di vê çarçoveyê de, 122 binpêkirinên li dijî zarokan hatine tomar kirin, di nav de kuştin, birîndarkirin û karanîna leşkerên zarok jî heye.

93 binpêkirinên li dijî jinan hatine tespît kirin. Van binpêkirinan kuştin, binçavkirin û êrîşa laşî dihewîne. Wekî din, 108 binpêkirinên li dijî rojnamevan û rêxistinên medyayê hatine tomar kirin.

Rêxistina SAM bang li hemû aliyan kir ku dawî li girtinên keyfî bînin, îşkenceyê rawestînin û pêşî li êrîşên li ser sivîlan bigirin. Her wiha daxwaz kir ku civaka navneteweyî lêpirsînên serbixwe bide destpêkirin û pêşî li bêcezatiyê bigire.