Qutbûna înternetê li Îranê: Jin û aborî bi giranî bandor bûne
Hatiye diyarkirin ku qutbûna înternetê li Îranê bi milyaran dolar zirar daye aboriya dîjîtal, bi milyonan kesan dahata xwe winda kiriye û bi taybetî jinên ku di tora dîjîtal de dixebitin ji hêla aborî ve bi giranî bandor bûne.
Navenda Nûçeyan – Ji ber ku aloziyên li Îranê ji ber şer berdewam dikin, qutbûna înternetê ya li seranserê welêt ketiye roja xwe ya 45’emîn, hilweşîna ragihandina dîjîtal kûrtir dike. Li gorî daneyên NetBlocks, qutbûna înternetê, ku ji 1056 demjimêran zêdetir e, gihîştina navneteweyî bi giranî sînordar dike û rasterast bandorê li debara bi mîlyonan kesan dike. Kesên ku di tora dîjîtal de dixebitin windahiyên girîng dijîn, û tê destnîşan kirin ku serxwebûna aborî ya jinan jî kêm dibe.
Li gorî texmînên ku ji hêla "World Economy" ve hatine weşandin, vê qutbûna dirêj zirarên giran daye aboriya dîjîtal a Îranê. Tê texmînkirin ku zirar ji 200 trîlyon rîyal derbas dibe, hin texmîn jî ev hejmar di navbera 3 û 18 milyar dolarî de dinirxînin.
Çavkaniyên dahatûyê hema bêje bi temamî hatine qutkirin
Li gorî daneyan, li Îranê nêzîkî 10 milyon kes debara xwe rasterast an nerasterast bi rêya înternetê dikin. Ji van, nêzîkî 2.5 milyon karsaziyên xwe bi rêya Instagramê dikin. Bi berdewamiya qutbûna înternetê re, ev karsazî rawestiyane û gelek ji wan kesan jî ragihandine ku dahatûya wan gelek kêm bûye û windahiyên dahatûyê jiyan kirine.
Herî zêde jin ji vê rewşê bandor bû ye
Vê rewşê bi taybetî bandor li ser jiyan û debara jinan kir. Her çend gelek jinan di salên dawî de bi rêya firotina medyaya dîjîtal, afirandina naverokê û xebata li malê serxwebûna aborî bi dest xistibûn jî, qutbûna înternetê ev sektor girt û gelek jin bi bêkarî û windakirina dahatû re rû bi rû man.