Bi pêşengtiya jinan, li Şengalê rêzeçalakiyên li dijî fermanê destpê kir

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) rêzeçalakiyên li dijî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi meşekê girserî destpê kir.

Şengal - Jinên Êzidî bi pêşentiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çalakiya xwe ya yekem ya ji bo şermezarkirina fermana 3’ê Tebaxa 2014’an desptê kirin. Bi sedan jinên Êzidî li navçeya Sînunê ya girêdayî Şengalê ji bo şermezarkirina ferman 2014’an meşek girseyî lidar xistin. Di meşê de tevahî jinan posterên windahiyên fermanê bilind kirin û diruşmên ‘Şehît namirin, Bimre îxanet’ berz kirin. Meşê ji muduriyeta çandiniyê heya çar rêya Şehît Mam Zekî berdewam kir.

Paşê li ser navê TAJÊ ji aliyê mamoste Nesrîn Selam ve daxuyanî hat xwendin.

“Qirkirinek çandî û fîzîkî pêk hat”

Di daxwiyaniyê de hat destnîşankirin ku fermana 2014’an fermaneke li dijî mirovahiyê ye ku hîn birînên wê nehatine pêçan û wiha hat gotin: “3 Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat. Wê demê 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê û 6 hezar endamên şirtayên ewlehiya hundirîn û artêşa Îraqî li Şengalê bûn. Lê Şengal bê parastin hiştin û reviyan. Di encama vê fermanê de qirkirineke herî giran a çandî û fizîkî pêk hat.”

“Divê jenosîda li ser Êzdiyan bi fermî were naskirin”

Bi berdewamî hat diyarkirin ku di fermana 2014’an de gerîlayên HPG, YJA-STAR û şervanên YPG û YPJ’ê berê xwe dane Şengalê û civaka Êzdî ji qirkirina DAÎŞ’ê rizgar kirine. Her wiha di daxuyaniyê de îxaneta ku di fermanê de li dijî civaka Êzidî hat pêkanîn weke hevkariya bi dijmnan re hat pênasekirin. Hat destnîşankirin ku hevpeymana 9’ê Cotmehê, êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta Iraqê ango xwedî li erk û berpirsiyartiya xwe derneketina wan, lîstok û siyasetên wan ên qirêj wek berdewamiya fermanê hat nirxandin û bang li saziyên navneteweyî, saziyên mafê mirovan hat kirin ku  xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derbikevin, jenosîda li ser Êzdiyan bi fermî nas bikin ku hesab ji kujer û hevkarên wan bê xwestin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ser ziman ku jinê Êzidî li ser tevgera xwe ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkoşîn û berxwedana xwe bilind dikin û bi rêxistinbûna xwe dê dawî li fermanan bînin.

“Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û öalakvana meşê Wetha Şengalî şehîdên fermanê bi bîranî û got: “Dengê keç û xortên Şengalê weke roja yekê li ber guhê me ye, em wê tola wan hilînin, Şengala xwe azad bikin û heyfa tevahî fermanan hilînin.”

Çalakvana bi navê Feho Silêman jî got: “Me fermanek jiyan kir lê hîna jenosayda li ser me nehatiye naskirin. Em bang li tevahî cihanê dikin ku li hemberî civaka Êzidî erkên xwe pêk bînin. Weke jinên Êzidî heya ku em tola şehîdên xwe ranekin, heya dawî li fermanan neynin em ê dev ji vê tekoşîna xwe  bernedin.”