Baran Omidian û Dursa Ayazî hatin girtin
Baran Omidian, xwendekarekî PhD di endezyariyê de û xwarziya wê ya 17 salî Dorsa Ayazî, li Beheşt-e Zehra ji aliyê hêzên leşkerî ve hatin girtin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku îro li ser medyaya dîjîtal hatine weşandin, Baran Omidian û Dursa Ayazî bi tundiya hêzên ewlehiyê re rûbirû mane û hatine girtin.
Çavkaniyên ku ji rewşa wan agahdar in ragihandin ku Baran Omidian ji bo girtîgeha Qerçaxê hatiye veguhestin lê Dursa Ayazî li navendeke çaksazî û rehabîlîtasyonê ya ciwanan tê girtin. Van çavkaniyan her wiha hişyarî dan ku ew di bin fişareke giran de ne ku bi zorê bi wan dane îtîrakkirin û fikarên li ser tenduristî û ewlehiya wan zêde dibin.
Baran Omidian di sala 2023’an de beşdarî xwepêşandanên xwendekaran ên têkildarî tevgera "Jin Jiyan Azadî" bûbû di nava xwendekarên zanîngehê yên xwepêşandanê de bû. Ji ber piştgiriya wê ya ji bo hevalên xwe yên xwendekar ên ku ji hêla karmendên ewlehiyê yên zanîngehê ve rastî muameleya xerab dihatin û redkirina wê ya îmzekirina sonda poşmaniyê, ew ji zanîngehê hatibû avêtin.