Îran: Binesazî têk diçe û bandor li 83 hezar cihan kiriye
Ji ber êrîşên dawî yên li 12 bajaran ên li ser navendên perwerdehî, tenduristî û niştecihbûnê, binesaziya Îranê gelek zirar dîtiye. Ev yek jî fikaran li ser bandora van êrîşan a li ser sivîlan zêde dike.
Navenda Nûçeyan – Her ku şer berfireh dibe, êşa xelkê sivîl xirabtir dibe. Ew di navenda krîzeke mirovî ya dijwar de ne, êrîşên dubare dibin sedema astengiyên mezin li ber xizmetguzariyên bingehîn û fikarên zêde yên li ser ewlehiya malbatan.
Berdevka hikûmeta Îranê Fatimê Muhaceranî ragihand ku di encama êrîşên li ser binesaziya perwerdehî, tenduristî û bajarî ya 12 bajaran de, bi dehan zanîngeh, navendên bijîşkî û niştecihbûnê li seranserê welêt zirareke mezin dîtine. Fatimê tekez kir ku hê jî nirxandinek serbixwe ya asta ziraran nehatiye dayîn û ev agahî dan: “Nêzî 30 zanîngeh di nav deverên hedefgirtî de ne, ku çalakiyên perwerdehî û lêkolînê asteng kirine. Navendeke tenduristiya derûnî ya taybet jî zirar dîtiye. Endamek hêzên ewlehiyê di êrîşa li ser santrala nukleerî ya Buşehrê de hat kuştin.” Wê asta zirarê li deverên bajarî wekî "mezin" bi nav kir û piştrast kir ku zêdetirî 83 hezar yekîneyên niştecihî li welêt zirar dîtine, di nav de 39 hezar û 508 yekîneyên niştecihî û bazirganî li Tehranê hene. Fatimê zêde kir ku êrîşa li ser kompleksa petrokîmyayî ya li Mahşehrê bû sedema mirina 5 kesan û birîndarbûna nêzî 170 kesên din, di heman demê de çend birîndar hê jî têne dermankirin.
322 navendên bijîşkî û tenduristiyê, 763 dibistan û 55 pirtûkxaneyan zirar dît
Rapor destnîşan dikin ku zirar gihîştiye 322 navendên bijîşkî û tenduristiyê, 763 dibistan û 55 pirtûkxaneyan li 12 parêzgehan. Ev tesîsên sivîl ên girîng in û hedefgirtina wan dikare bibe sedema astengiyên cidî di gihîştina nifûsê bo xizmetên bingehîn ên wek dermankirin, perwerde û xanîkirinê de. Berdevkê Daîreya Agirkujiyê ya Tehranê ragihand ku operasyonên rizgarkirinê hê jî berdewam dikin û wiha got: “Ji ber ku tîmên rizgarkirinê ji destpêka pevçûnan ve karîne 410 kesan ji bin kavilan sax derxin. Di operasyonên rizgarkirinê de 34 agirkuj birîndar bûne, ji bilî vê 4 îstasyonên agirkujiyê ji ber teqînan zirar dîtine û ji xizmetê derketine.”
Piştî hezar û 900 bûyeran, tê payîn zirar bi qasî 32 trilyon tûmen e
Cîgirê Wezîrê Enerjiyê jî, asta zirara li ser tora elektrîkê eşkere kir û destnîşan kir ku piştî zêdetirî hezar û 900 bûyeran, windahî bi qasî 32 trilyon tûmen têne texmînkirin. Cîgir got ku ev yek jî qutbûna tevahî ya elektrîkê ya ji ber sêwirana tora pir-qatî red dike. Ev zirara berfireh a li deverên niştecihbûnê, navendên bijîşkî û perwerdehiyê fikarên cidî li ser bandora êrîşan a li ser sivîlan derxistiye holê, ji ber ku qanûna mirovî ya navneteweyî pêwîstiya parastina binesaziya sivîl û nifûsê destnîşan dike. Lê şert û mercên şerê çekdarî piştrastkirina raporên serbixwe yên li ser cewherê hedefgirtinê û berpirsyariya aliyên şer, dijwar dike.