Amnesty hişyarî da: Ji derve şer û di hundir de zext
Amnesty, di rapora xwe ya nû de diyar kir ku gelê Îranê rastî zexta Îranê û êrîşên der qanûnî yên Îsraîl-DYE tên û hişyarî da ku ev rewş xeteriya ‘cot felaketan’ zêde kiriye.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efû ya Naveneteweyî (Amnesty), di rapora xwe ya nû ya bi sernavê ‘Gelê Îranê di nava êrîşên der qanûnî yên DYE-Îsarîlê û zextên mirinê yên navnxweyî de asê mane’ de, ragihand ku Îranê di yek ji demên herî krîtîk ên niha de û di heman demê de rû birûyî du gefên mirinên ne, Li aliyekê êrîşên leşkerî yên derve didome, li aliyê din zext û tundiya di nav welat de zêde dibe.
Amnesty da zanîn ku di hefteyên dawî de, êrîşên hewayî yên DYE û Îsraîlê, li ser sivîl û bînesaziyên Îranê de, rê li ber texrîbatên giran vekiriye, tevî agirbesta hilweşiyaye, xeteriya ku êrîş ji nûve destpê bike û windabûn zêde bibin di dome. Amnesty, diyar kir ku ev êrîş hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê dike û banga lezgîn a sekinandina her cûrên êrîşan li dijî sivîlan kir.
Gefa li ser gelê Îranê didome
Di raporê de hate îfadekirin ku ji derveyî gefên şer, gelê Îranê ev salên demdirêj e di bin zextên pergalî yên didomen de dijîn. Piştî xwepêşandanên seranserî welat di mehên dawî de, ji aliyê saziyên ewlehî û leşkerî, xeteriya binpêkirinên hê giratir ên mafê mirovan zêde dibe. Li gorî rêxistinê, rayedarên Îranê, tenê di mijara zextên li beramberî xwepêşandanan de hesab nadin ve ne sînordar in, di heman demê de nîşaneyên ku mudaxeleyên hê tundtir ji bo xwepêşandanên nû amade dike hene.
Îran demên rageşiyê bikar tîne
Amnesty hişyarî da ku domandina qutbûnên înternetê, binçavkirinên girseyî, xeteriya darvekirinên zêde dibe, îşkenceya dijî girtiyan û qadexeyên cidî yên ji bo herikîna agahiyan, ji bo hê zêdebûna zextê zemîn ava dike. Amnesty diyar kir ku rêveberiya Îranê demên rageşiya leşkerî, ji bo zêdekirina zexta li ser civakê, wek perdeyekê bikar tîne. Amnesty bang li dewlet, mekanîzmayên navneteweyî kir ku ji bo parastina gelê Îranê divê girîngî bidin nêzîkatiyek hemwext. Amnesty ragihand ku tenê ne parastina agirbestê, parastina sivîlan û pêşîgirtina sûcên şer, di heman demê de ji bo astengkirina bînpêkirinên rêveberiya Îranê li dijî welatiyan divê gavên lezgîn bên avêtin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku krîza li îranê ne tenê şerek ê leşkeri ye, kêmbûna bê cezatî, hesabdayîn û kêmaniya ewlehiya zagonî û azadiya bingehîn girêdayî pirsgirêkên hundirîn ên kûr in. Amnesty, di vê çarçoveyê de destek da daxwazên reforma bingehîn a civaka sivîl ya Îranê ya wek amadekirina destûra nû ya wekheviya di nava welatiyan de ku xwe dispêre mafê mirovan were amadekirin.
Ev rapor, di demek ku li Îranê hem şerê derve û hem jî zext hundirîn bi hevre tên jiyîn hate weşandin. Amnesty, vê rewşê di aliyê jiyan û mafê bi milyonan Îranî de wek gefek cidî bi nav dike.