Şerê Îsraîlê li dijî Xezayê: 73 hezar û 419 kes hatin kuştin

Hejmara qurbaniyên şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê ku ji Cotmeha 2023'an vir ve berdewam dike, gihîştiye 73 hezar û 419 mirî û 174 hezar û 364 birîndaran.

Navenda Nûçeyan – Şerê li ser Xezayê dewam e û windahiyên mirovî yên berfireh û hilweşîna rewşa mirovî li dû xwe dihêle. Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran malbat koçber dibin, binesazî wêran dibe û kêmasiyên giran ên xwarin û dermanan hene. Di heman demê de, bangên ji bo agirbestê û avakirina rêyek bi ewle zêde dibin.

73 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dane

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku piştî ku di 48 seatên borî de du Filistînî hatin kuştin, hejmara miriyên ji ber qirkirina Îsraîlê, gihîştiye 73 hezar û 419'an.

Di rapora xwe ya statîstîkî de, wezaretê destnîşan kir ku di wê heyamê de nexweşxaneyan 2 kuştinên Filistînî û 4 birîndar wergirtine. Di heman demê de hejmarek qurbanî di bin kavilan de û li kolanan asê mane, ambulans û tîmên parastina sivîl negihîştine wan.

Îsraîlê peymanên agirbestê binpê kir

Wezaretê hê jî rewşa mirina her 2 Filistîniyan zelal nekiriye. Di heman demê de hêzên Îsraîlê peymana agirbestê ya ku ji 10'ê Cotmeha 2025'an vir ve di meriyetê de ye, binpê dikin. Wezaretê diyar kir ku hejmara miriyan ji ber binpêkirinên Îsraîlê ji dema ku peyman ketiye meriyetê ve, gihîştiye hezar û 285 kesan û 4 hezar û 252 kes jî birîndar bûne.

Bi vî awayî, ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve bilançoya kuştiyên jenosîda Îsraîlê li Zîvala Xezayê derket 73 hezar û 419 kesan û 174 hezar û 364 kes jî birîndar bûn. Îsraîlê, ji sedî 90’ê binesaziya sivîl li zîvalê wêran kir.