Şehên Omer: Derûniya jinê aram nebe, jiyana hevseng jî kêm dimîne

Lêkolînera derûnî û xebatkara qada pirsgirêkên jinan Şehên Omer diyar kir ku ji ber karê navmalê karekî dubare ye û di civakê de têra xwe girîngî nabîne, jinên malê zêdetir rûbirûyî bêzarî, fikar û depresyonê dibin.

MEHRÎBAN SELAM

Helebçe – Ew jina ku li derve kar dike, her çend karê wê giran û westêner be jî, ji ber ku hîs dike karê wê bikêrhatî ye û xwedî feydeyeke civakî ye, bêtir dikare xwe li gor zextan tekûz bike. Berovajî vê, jinên malê, yanê ew jinên ku bêkar in, ji ber ku ji aliyê derûnî ve bêzar dibin, bi tiştên herî sade diweste û diqewimin. Westiyana wan ji bedenî bêtir derûnî ye. Ev jî rê li ber nexweşiyên derûnî û depresyonê vedike. Ev di demekê de ye ku derdor hestên van jinan fêm nakin û aliyê wan ê derûnî piştguh dikin, an jî her dem rûbirûyî gotinên nexweş dibin ku qaşo jina malê tu karê wê tune ye û ji bo çi diweste.

Lêkolînera derûnî û xebatkara qada pirsgirêkên jinan Şehên Omer  Helebçeyî, li ser keda jinan a nayê dîtin, ji ajansa me re axivî.

‘Civaka me di bin bandora pîvan û kevneşopiyan de ye’

Şehên Omer li ser bandora civakê ya li ser jinan rawestiya û wiha got: “Civaka me bi giştî di bin bandora çand, pîvan û kevneşopiyan de ye. Yek ji wan çandan jî ew e ku hîn jî hin kes hez nakin jin li derve kar bikin. Ev yek jî bûye sedem ku karê navmalê tenê bibe erka jinê. Vê rewşê barekî derûnî yê nebaş ji bo gelek jinan afirandiye. Bi taybetî ji bo wan jinên ku her dem di malê de ne û nekarîne xwe bi guhertinên civakî re tekûz bikin.”

‘Jinên malê bêtir rûbirûyî depresyonê dibin’

Şehên Omer da zanîn ku jin ji aliyê civakî û derûnî ve rûbirûyî zext, depresyon û tecrîdê dibin û wiha berdewam kir: “Ez wekî lêkolînera derûnnasiyê, vê wekî derfeteke baş dibînim ku jin bikarin li derve kar bikin. Her wiha ew jinên ku di malê de ne û nikarin li derve kar bikin, rîska wan a ketina nav depresyonê zêdetir e. Ji ber wê girîng e ku wextê xwe ji bo werziş, meş û derketina derve veqetînin da ku enerjiya xwe bi şêwazekî saxlem bi kar bînin. Dubarebûna karên rojane, heke hevsengî tê de nebe, mirov dike nav depresyonê û heza xebatê ji mirov distîne. Ji ber vê çendê pêwîst e jin demê zêdetir ji bo tenduristiya xwe ya laşî û derûnî veqetînin.”

‘Danîna plansaziyekê ji bo jiyan û kar pir girîng e’

Şehên Omer di dirêjiya axaftina xwe de her wiha behsa çendîn mînakên serkeftî kir û wiha pê de çû: “Çendîn doz û bûyerên me hebûn ku me pêşniyara kar ji bo jinan kir û me ew teşwîq kirin da ku karekî ku li gorî hêz û daxwazên wan be hilbijêrin. Gelek jin hene ku destrengîn in, lê ji ber ku tenê di malê de kar kirine, derfet ji wan re çênebûye. Bi rêya kursên rêxistinan, hin ji wan bûn xwediyê dikan û karên xwe yên taybet. Wan karîn dahateke serbixwe bi dest bixin û alîkariya malbatên xwe bikin. Danîna plansaziyekê ji bo jiyan û kar pir girîng e, ji ber ku parastina hevsengiya di navbera erkên malê, kar û jiyana kesane de, parastina tenduristiya derûnî hêsantir dike.”

‘Ger ku derûniya mirov aram nebe, jiyana hevseng jî dê kêm bimîne’

Şehên Omer anî ziman ku jinên tenê di malê de ne û tu çalakiyeke wan a derve tune ye, bêtir di bin rîska tecrîdê, girêkên derûnî û bêzarbûna ji jiyanê de ne. Di dawiya axaftina xwe de Şahîn da zanîn ku ji ber wê, pêwîst e girîngiyeke zêdetir ji bo tenduristiya derûnî bê dayîn û wiha got: “Werzîş, meş, geşt û veqetandina beşek ji dahatê ji bo xweşguzarî û lênihêrîna tenduristiyê, veberhênanek e di xwe de. Ji ber ku mirov tenê bi laşekî saxlem nabe mirovek kamil. Ger ku derûniya mirov aram nebe, jiyana hevseng jî dê kêm û netemam bimîne.”