Jinên Suweydayê: Hilbijartinan rewatiya xwe winda kir

Çalakvanên bajarê Suweydayê xwepêşandanek li dar xistin û banga boykotkirina hilbijartinên Meclîsa Gel kirin. Jinan jî bertek nîşanî êrîşa polîsan a ku bi çekan bersiv da û diyar kirin ku hilbijartinan rewabûna xwe winda kiriye.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Xwepêşandanên ku di Tebaxa 2023’an de ji ber zêdebûna krîza aborî ya li Suweydaya Sûriyeyê li Qada Karama destpê kiribûn berdewam dikin. Çalakvanên ku li pêşiya Meclîsa Şaredariyê ya li derveyî Qada Karama kom bûn, banga boykotkirina hilbijartinên Meclîsa Gel dubare kirin.

'Em dengê rastiyê ne'

Yek ji xwepêşanderan Maha Al-Atrash diyar kir ku ev bûye şahîdê ji duh ve li gundên bajarê Suweydayê girtina navendên hilbijartinê û desteserkirina sindoqên dengdanê û destnîşan kir ku wan bi xwepêşandanên aştiyane yên ku dest pê kirine rewabûna hilbijartinê red dikin. Maha El-Etraş wiha bang kir:"Divê em vê rejîma ku gel terikandiye û azadiya me distîne neparêzin. Em dengê rastiyê ne. Em dixwazin girtî bên berdan. Em jiyanek mirovî dixwazin."

'Van hilbijartinan rewatiya xwe winda kir'

Ji jinan Lamees El-Mulhim jî diyar kir ku hilbijartinên Meclîsa Gel a li hin welatan mafên gelan diparêzin û daxwazên wan bi cih tînin û got: “Bersiva gel bi guleyên rast nayê dayîn. Ma qey dibe dema ku rejîm hebe em beşdarî hilbijartinan bibin? Dixwazin em endamên Meclîsa Gel hilbijêrin da ku dîktatorî dubare bibe? Van hilbijartinan rewatiya xwe winda kir.”

'Em rastî guleyên polîsan hatin'

Dareen Azzam diyar kir ku hilbijartin neheqî bû û ji ber vê yekê li qadan bi qîrîna dirûşmeyan ev rewş protesto kirin û wiha berdevam kir: “Lê belê em rastî guleyên polîsan hatin. Di encamê de kesek birîndar bû. Ew demek tirsnak bû.”

Li hemberî xwepêşanderan bi çekan bersiv hat dayîn

Ji xwepêşanderan Hind Salah jî Meclîsa Gel weke “Meclîsa  dejenere” bi nav kir û diyar kir ku dema wan li ber avahiya şaredariyê dirûşm berz dikirin, dest danîn ser telefona destan a rojnamevanekî û hêzên ewlehiyê bi çekan gulebaran kirin.