Îtalya ‘hemwletiya rûmetê’ da Werîşe, Pexşan û Şerîfe

Şaredariya Jesi ya Îtalya, hemwelatiya rûmetê da Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan biriye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniya ‘Kampanyaya azadî ji bo Werîşe Muradî’, Meclîsa Şaredariya Jesi ya Îtalya hemwelatiya rûmetê da Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê daye wan.

Merasîm roja 30’ê Îlonê Sêşemê pêkhat. Di danazana ku ji aliyê şaredariyê ve hatî weşandin de ev tişt hate gotin: “Ev hersê jin ji ber parastina mafê mirovan û azadiyê kirine, hatin girtin û cezayê darvekirinê lê hatine birin. Ev biryar sembola peyama piştvaniya gelê Îtalaya ji bo parzêvanên azadiyê û li dijî zextên li Îranê û cezayê dermirovîne.”