Navenda Nûçeyan – Kobra Taherkhanî ku ev 26 sale li Îranê mamostatiyê dike û di heman demê de endamam Sendîkayê ye ji aliyê 2’yemîn Dadageha Şoreşê ya Kazvîn ve mehkumî 3 sal cezayê girtîgeh hate kirin. Li gora biryara ku di Adarê 2024’an de hatî derxistin, Kobra Taherkhanî bi îdeaya ‘heqaret li Hamaney kiriye’ 2 sal û bi îdeaya ‘li dijî rejîmê propaganda’ 1 sal cezayê girtîgehê girt.
Dadgehê hinceta cezayê daye Kobre Taherkhanî, raporên îstixbaratê yên aîdî Muhavizên Herêma Kazvîn û parvekirinên ku li ser hesabê Instagramê weke belge nîşan dan. Li gel biryarê Kobra Taherkhanî cezayê qedexeya 3 sal ya derketina derveyî welat jî lê hate birîn.




