Jinên Kobanê bi mebesta 25’ê Mijdarê dibêjin ‘Divê em rabin ser piyan’

Jinên bajarê Kobanê, têkildarî 25’ê Mijdarê gotin “Li şûna ku em jinan ji ber tundiyê bikin bin axê, divê em rabin ser piyan, bi têkoşîn û îsrara xwe pêşengiya avakirina pergaleke tendurist bikin.”

Jinên Kobanê bi mebesta 25’ê Mijdarê dibêjin ‘Divê em rabin ser piyan’

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Roja 25’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, bi salan e hatiye misogerkirin. Pejirandina vê rojê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve di 1999’an de bûye, Ev roj, xwe dispêre 3 xwîşkên Mîrebal ên  di 1960’î de li komara Domînîkan hatin qetilkirin.

Di serdemeke ku tevî pêşketinên zanistî û teknelojîk yên pêk tên de, rêjeya tundiya li hember jinan bi awayek metirsîdar zêde dibe. Êdî jin têkoşîna li dijî hemû cûreyên tundiyê tenê bi roja 25’ê Mijdarê ve girênadin. Berovajî wê, destnîşan dikin ku divê hemû rojên wan veguherin rojên têkoşîn û serhildanê.

Di vî warî de jinên ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê nirxandin û peyamên girîng bi me re parve kirin.  

‘Di rewşa jinan de guhertinên şênber pêk hatin’

Şemsê Mihemed guhertinên ku di van 50 salên dawî de bûye şahîdê wan, ji me re vegot. Şemsê Mihemed da zanîn ku niha 70 salî ye û wiha domand: “Di dema ciwantiya min de jin di bin zordariyeke pir mezin de bûn. Wan deman jin tenê ji bo karkirin, birêvebirina xebarên malê û mezinkirina zarokan dihat bikaranîn. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ev têgihîştinên ku jin tenê aydî malê ye, di civaka me de hata asteke mezin hat guhertin. Bi saya bîrdoziya Rêber Apo ya azadiya jin, me fam kir ku wek mirov mafê me heye û weke jin jî hebûn û rola me ya di nav civakê de jî heye.”

‘Li dijî tundiyê rêbazên bibandor hilbijêrin’

Şemsê Mihemed ji bo jinan ku got “Bila têkoşîn, armanca me be” û wiha dewam kir: “Tevî veguhertinên ku pêk hatin, heta niha jî gelek jin rûbirûyê tundiyê tên. Lê ya girîng ew e ku em bizanin jin û mêr jî di encamê de mirov in, çawa ku mêr xwedî rûmet in, jin jî mafê wan ê jiyaneke bi rûmet heye. Ji lewra bi vê wesîleyê ez bang li jinan dikim ku xwe ji bindestiyê rizgar bikin û daxwaza jiyaneke bê tundî bikin. Li şûna ku jin di encama tundiyê de serî li rêbazên xwekûştinê bidin, bila têkoşîn bikin û civakê bidin guhertin.”

‘Pergala ku em di nav de ne li ser tundiyê hatiye avakirin’

Jina bi navê Bêrîvan Hesen balê dikşîne ser tundiya ku xwe dispêre polîtîkbûnê û dibêje: “Li hember jinan gelek rêbazên tundiyê tên meşandin. Aliyê wê yê civakî û yê polîtîk jî heye. Pergala global a ku em di nav de jiyan dikin, bi temamî li ser tundiyê hatiye avakirin. Lewra jî em dibînin ku jin di hemû warên jiyanê de di navenda vê tundiyê de ye. Li Sûriyeyê û bi giştî cîhanê jî, di dema avakirina pergalan de jinan, weke vîneke ku beşdar bibe, nayê destgirtin. Ji bo vê jî ev rêbaza niha gelek zêde tê bikaranîn ku jin ji qadên biryarê tên dûrxistin û ev yek jî bi zanebûn tê kirin.”

‘Divê jin Sûriyê birêve bibin û pergaleke bê tundî ava bikin’

Bêrîvan bi taybet ji bo jinên Sûriyeyê ev nirxandin kirin: “Banga min bi taybetî ji jinên Sûriyeyê re heye. Çi li hember hişmendiya zanyendperest û çi jî li hember hikûmeta navnedî, divê ku em xwedî vîn, têkoşîn û hêz bin. Pêwîst e weke jin em xwedî vî welatî û rêveberên civaka xwe bin. Heger em dixwazin civakeke tendurist a bê tundî ava bikin, divê jin pêşengiya rêvebirina wê bikin. Em dizanin di vî warî de barê me hemû jinan giran e. Lê emê bi qasî van astengiyan derkevin û ji bo Sûriyeyeke demokratîk û wekhev a mafê jinan misoger bike, wê têkoşîna me ya hevpar dewam bike.”

‘Jinên bihêz û têkoşer armanca hêzên tundraw in’

Helîma Osman ku weke gaziyeke şoreşa jinê ye, bi gotina “Ziman û mêjiyê me têr dike” bersiva xwe dide û wiha didomîne: “Em bi boneya vê rojê rexnedayîna xwe li hember hemû jinên ku heta niha di bin tundiyê de û jinên ku hatin qetilkirin, didin. Ji bo ku em êdî jinan ji ber tundiya ku tê meşandin nekin bin axê, divê em îsal bikin sala serhildana li dijî hemû cureyên tundiyê. Hêzên mezin ji vîna jinan ditirsin, mînaka wê jî ez im. Dewleta Tirk ji bo ku xebat û têkoşîna me rawestîne, bi sedan jinên weke min kirin armanca êrîşên xwe. Ji bo vê jî eger dest û lingekekî min nîn be jî, ziman û mêjiyê me hîn jî heye.”

‘Yê jinan red bikin emê jî hişmendiya wan nepejirînin’

Helîma diyar kir bêyî azadiya jinê, azadiya civakê jî ne pêkan e û biryardariya xwe bi van gotinan anî ziman: “Li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyeyê îsal rewşa jinan kirîtîk e. Hikûmeta demkî ya ku niha li ser desthilatê ye, jinan bi her awayî ji rol û qadên bibandor dûr dixe. Ji bo vê jî çawa ev hikûmet hebûna jinan red dike, em jî vê hişmendiyê napejirînin. Lewra jî gerek di serê plansaziya me ya îsal de têkoşîna misogerkirina maf, nasname û hebûna jinan di pêşeroja Sûriyeyê de be. Di vî warî de bila civak ji bîr neke, eger jin azad nebe, ne pêkan e ku ew jî azad be.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.