‘Êrîşa li ser tabloya keziyê û kuştina Hevrîn Xelef ji ber heman ferasetê ye’

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Rîma Îsa diyar kir ku li Hesekê êrîşa li ser tabloya keziyê û kuştina Hevrîn Xelef heman zihniyeta li dijî îrade û hebûna jinên Kurd e û got: “Em Hevrîn Xelef ji bîr nakin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Jin a ku dibe xwedî hêz û îradeya azad, azad difikire dikare nirxên neteweya demokratîk ne tenê wekî gotareke siyasî, lê belê di jiyana xwe de, di nasnameya xwe de, di biryarên xwe de û di têkiliyên xwe yên bi mirovên din re watedar bike. Her ku jin azad dibin, ew dikarin bi hişmendîtir têgeha neteweya demokratîk qebûl bikin û derfetên avakirina wê di jiyana civakî de bibînin.

Yek ji van mînakên herê berbiçav jî Hevrîn Xelefe. Di 7’emîn salvegera şehadeta, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, daxwaza darizandina berpirsyarên di kuştina wê de destê wan heye careke din hat bilêvkirin. Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Rîma Îsa diyar kir ku Hevrîn Xelef bi xebata xwe ya siyasî û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, azad û pirreng, mîrateyek girîng ji bo domandina têkoşîna jinan û hêzên siyasî hiştiye.

‘Hevrîn Xelef ji bo yekîtiya pêkhateyên Sûriyeyê xebitî’

Rîma Îsa da zanîn ku Hevrîn Xelef kesayeteke siyasî ya xwedî îrade û bihêz bûye, ji aliyê pêkhateyên cuda yên herêmê ve dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin û wiha got: “Ez bi Hevrîn Xelef re xebitîm û tevî rewşa xeternak a piştî destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî, di 9’ê Cotmeha 2019’an de, Hevrîn Xelef dev ji xebata xwe ya siyasî berneda.”

‘Armanca Hevrîn Xelef avakirina Sûriyeya demokratîk û azad bû’

Rîma Îsa destnîşan kir ku Hevrîn Xelef ji bo lidarxistina civînek bi eşîrên Ereb re çûbû Reqayê da ku yekîtiya di navbera pêkhateyên herêmê de xurt bike, ji bo aştî û hevjiyana gelan bixebite. Da zanîn ku tevî metirsiya li ser wê û herêmê hebû, xebata xwe domand û wiha got: “Avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê li ser bingeha hevgirtina partiyên siyasî û pêkhateyên civakê ava bûye. Armanca Hevrîn Xelef avakirina Sûriyeya demokratîk û azad bû ku hemû gelên wê bikaribin bi rûmet û aştî tê de bijîn. Hevrîn Xelef bi kesayeta xwe û helwesta xwe ya siyasî baweriya gelek kesan bi projeya avakirina Sûriyeya demokratîk xurt kir. Mîrateya siyasî û têkoşîna Hevrîn Xelef di rêxistinên jinan û partiyên siyasî de didome. Bi taybetî di vê qonaxa ku mijara entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin de.”

‘Mîrateya Hevrîn Xelef ji bo rêxistinkirina jinan peyameke girîng e’

Rîma Îsa der barê rola Hevrîn Xelef a di Şoreşa Rojava de diyar kir ku têkoşîna wê ji bo jinên hemû pêkhateyên civakê peyameke girîng bûye û wiha domand: “Girîngiya rêxistinkirina jinan, xurtkirina hişmendiya wan di beşdarbûna jiyana siyasî û civakî de xwe nîşan dide. Şehadeta Hevrîn Xelef bû sedema xemgîniya gelek kesan li Sûriyeyê. Ji ber ku ew kesayetek siyasî bû, ji bo nêzikbûn di navbera pêkhateyên civakê de çêbibe dixebitî. Bîranîna şehîd Hevrîn Xelef, bi domandina xebata ku wê jiyana xwe ji bo wê feda kir watedar dibe. ”

‘Em ê dosyaya Hevrîn Xelef ji bîr nekin’

Rîma Îsa anî ziman ku kesê bi navê Ehmed Îhsan Feyad El-Hayes ku bi navê ‘Ebu Xatim Şeqra’ tê nasîn û bi kuştina Hevrîn Xelefê tê tawanbarkirin, hatiye xelatkirin. Got ku hebûna kesên bi sûcên giran tên tawanbarkirin di nav desthilatdariya Sûriyeya nû de, ji bo destkeftiyên jinan û pêşeroja Sûriyeyê metirsiyeke mezin e.

‘Em ê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin’

Rîma Îsa  bal kişand ser girîngiya darizandina berpirsyarên ku di kuştina Hevrîn Xelef de tiliya wan heye û got ku ew ê dosyaya wê ji bîr nekin û heta sûcdar bên darizandin û cezakirin dê daxwaza edaletê bidomînin wiha domand: “Derbasbûna salan nayê wê wateyê ku mirov şehîdên xwe û doza wan ji bîr bike. Em ê dosyaya Hevrîn Xelef vekirî bihêlin û heta gihîştina edaletê daxwaza xwe ya ji bo pêkhatina edaletê bidomînin.”

Êrîşa li ser sembolên jinan heman zihniyetê nîşan dide

Rîma Îsa têkildarî êrîşa li ser tabloya keziya jinê li bajarê Hesekê, da zanîn ku di navbera vê bûyerê û zihniyeta ku Hevrîn Xelef qetil kir de tu ferq nîn e û got: “Hevrîn ji bo axa xwe û mafên gelê xwe têdikoşiya û êrîşa li ser sembolên jinan, domandina zihniyeta ku dixwaze îrade û nasnameya jinên Kurd hedef bigre, nîşan dide.”

Rîma Îsa destnîşan kir ku daxwazên wan tenê bi darizandina berpirsyarên kuştina Hevrîn Xelefê ve sînordar nîn in, darizandina kesên ku di kiryarên wêrankirinê û êrîşên li herêmê de têliya wan heye jî digre nava xwe.

Rîma Îsa di dawiya axaftina xwe de banga pêkanîna edaletê û girîngiya parastina jinan, sembolên wan û destkeftiyên wan ji êrîş û binpêkirinan kir.