Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 223’an didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, di roja xwe ya hezar û 170’an de bi dewirgirtina koma 223’an didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya hezar û 170’an de bi dewirgirtina koma 223’an didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 222’an Eyşê Roboskî axivî.
Eyşê Roboskî diyar kir ku ew hêvîdarin çalakiya wan bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku dê pêvajoya aştiyê ya ku hatî dest pê kirin azadiya gelan mîsoger bike.
Merasîm bi dewirgirtina koma 223’an û dirûşmeyan dawî bû.