78 zarok û 15 jinên DAIŞ’î radestî Rûsya û Fransayê hat kirin

Rêveberiya Xweser 38 zarokên xort ên DAIŞ’iyan yên li kampa Roj û Holê diman radestî heyeta dewletê ya ji Rûsyayê hatibû, 40 zarok û 15 jinên DAIŞ’î jî radestî heyeta ji Fransayê hatibû kir.

Qamişlo – Ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ve 38 zarokên DAIŞ’iyan yên li kampên Roj û Holê bûn radestî Rûsya hat kirin, duh jî 40 zarok û 15 jinan radestî heyeta ku ji Fransayê hatibû kir. Di encama bangawaziyên demdirêj a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îro 38 zarokên DAIŞ’î radestî heyeta ku ji Rusyayê hatibû, hat kirin.

Rayedara ku li ser navê Rûsyayê hatibû Mariya Lîvova Bîlova bi spaskirina Rêveberiya Xweser der barê mijarê de wiha axivî: “Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ji bo vê koma mezin a zarokên ku li kampan bûn. Ev zarok dê vegerin Rûsyayê û dê bi dapîr û bapîrên xwe re bijîn. Em ji bo alîkariya Rêveberiya Xweser a di warê vegerandina zarokên Rûs ên li Kampa Roj û Hol yên ji neteweya Rûsî, spas dikin. Em kêfxweş in bi peywendiya hevbeş di navbera me û Rêveberiya Xweser de, nemaze li ser hejmara berê ya ku radestî me hat kirin, û me li ser beşên din ên nû li hev kir, ku em ê di heyama bê de werbigirin. Hejmara zarokan 38 in, piraniya wan temenê wan di bin 18 de ye û hemû jî xort in.”