19’emîn salvegera damezrandina KJK li Qamişlo hat pîrozkirin

Bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK), jinan li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star a Rojava di bin dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” pîrozbahiyek li dar xist.

Qamişlo- Îro li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn car, 19’emîn salvegera damezrandina KJK bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star a Rojava û di bin dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî ve Ber bi Şoreşa Jin ve” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bi dehan jin ji Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

‘KJK ji bo jinan hêvî ye’

Di pîrozbahiyê de, li ser navê Rêxistina Kongra Star, Berdevka Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo axaftin kir got: “Bi hezkirina jinan îro ji bo  pîrozkirina 19’emîn salvegera damzerandina KJK bi qîmet e. Em vê rojê di serî de mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin, her wiha li hemû jinên şehîd ên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin bi bîr tînin û li wan pîroz dikin.

Em ê layiqê xeyal û keda hevalên xwe yên şehîd bin. Her xwestin ku jinan bindest û kole bihêlin, lê avabûna Komalên Jinên Kurdistan bû îlham û bingehek ji bo azadiya jinan li tevahî cîhanê. Ked û zanebûna jinan ya roja îro, bi ked û qehremaniya jinên qehreman û şerker a salên dirêj e. Bi vê komeleyê re hemî milên jinê bi hêz bûn.”

Pîrozbahî bi stranên Koma Şehîd Sakîne û Delîla, her wiha Hunermend Sûmeya Mihemed geş bû û bi dawî bû.