Navenda Nûçeyan – Medyaya Iraqê li gor agahiyên ku ji çavkaniyek agahdar wergirtiye, eşkere kir ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 160 malbatên Iraqî ku hejmara wan 600 kesin, ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandine Kampa Ceda ya li Musilê. Hat gotin ku piraniya wan jin û zarokin.
Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku veguhestina wan malbatan bi hemahengî û hevbeşî pêkhatiye, her wiha hejmara malbatên ku heta niha ji Kampa Holê hatine vegerandin gihiştiye nêzî 3 hezar malbatan.




