1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA di roja duyemîn de ye

Kongreya 1’emîn a Hevgirtina NADA ku duh li Silêmaniyê destpê kir, di roja duyem de berdewame. Tê payîn îro di kongreyê de du panel were lidarxistin.

1’emîn Kongreya Hevgirtina NADA di roja duyemîn de ye

Silêmanî – 1’emîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) ku li Silêmaniyê bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ tê lidarxistin, di roja duyem de didome.

Bernameya Roja Duyemîn 16’ê Gulanê: Gotûbêjên pratîkî û asoyên çareseriyê

10:00 – 12:00 Rûniştina Yekem: Komxebat

Xebatê Jinan (Zehmetî û Derfet)

ـ Astengiyên sereke û derfetên li pêşiya rûniştandina xebatên hevbeş a jinan çi ne? – Nûbahar Mustafa û Dr. Hîbe Haddadîn

ـ Rola rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna jinan de – Umeyme Qutabî û Hanan Osman

ـ Girîngî û tekeziya hevgirtinên jinan li hember neoliberalîzm û hevgirtinên baviksalar ên serdest ên dijminên jinan – Dr. Abîr Hassaf û Selwa Gîga

ـ Girîngî û tekeziya avakirin û xurtkirina mekanîzmayên xweparastinê ya jinan li hember pergala baviksalar a serdest – Zuhûr Al-Meşrîqî û Şamîran Odêşo

12:00 – 01:00 Nirxandina encamên gotûbêjên komxebatan

01:00 – 01:30 Navbera çay û qehweyê

01:30 – 02:45 Rûniştina Duyem

Perspektîfa têkoşîna jinan û asoyên çareseriyê li hember polîtîkayên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn

Modêrator: Muna Şamax

ـ Derketineke siyasî ya jinan bi vîzyoneke yekgirtî (Tora Jinan ji bo Aştiyê) (15 deqe) – Ghada Mûsa

ـ Rola Hevgirtina NADA di rûniştandina Konfederasyona Jinan a Demokratîk a cîhanî de (15 deqe) – Rûken Ehmed

ـ Şoreşa jinan weke bersivdaneke li hember pirsgirêkên demê (15 deqe) – Şehrezad El-Casêm

ـ Rola Pêşeng û bingehîn a Jinan di Înîsiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de (15 deqe) – Tulay Hatim Ogullari

02:45 – 04:00 Gotûbêjên Rûniştina Çaremîn

04:00 – 05:30 Navbera xwarinê

05:30 – 07:00 Şeveke hunerî (her çar parçeyên Kurdistanê)