Stranek li ser berxwedana jinan

‘Keça Savage’, ‘Savage Daughter’ Strana ku bi dengê bihêz ê Ekaterina Shelehova tê şîrovekirin, çîroka berxwedana jinan li dijî ferzkirinên civakî û daxwaza wan a ji bo rizgariyê vedibêje.

Navenda Nûçeyan – Strana ku bi dengê Ekaterina Shelehova tê gotin, bi gotinên "Em keçên wehşî yên dayîka xwe ne... Em ê porê xwe nebirin, em ê xwe bêdeng nekin" vediguhere sirûdeke serhildanê.

Stran weke sirûda serhildanê ye

Strana ku guhdar wekî ‘sirûd’ dibînin, jinan û hêza wan vedibêje, çîrokek berxwedana li dijî ferzkirinên civakî ye. Werin em bi hev re li vê melodiyê guhdarî bikin. Melodiya ku hêza hundirîn a jinan, girêdana wan a bi xwezayê re û berxwedana wan a li dijî astengiyên civakî pîroz dike.