Strana Rojê: Zêriyên Şoreşê

Strana bi navê Zêriyên Şoreşê ku xebatekê hevpeşe ku ji aliyê Enstituya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojî, Koma şehîd Delîla û Koma şehîd Ezda ve hatiye çêkirin. Ev stran ji bo jinên têkoşer û ji bo şoreşa gelan hatiye tomarkirin. Strana Zêriyên şoreşê ku bi eslê xwe straneke kevneşopî ya herêma koçeratan derdîxne pêşberî guhdarvanan. Ev stran diyarî hezkirinê zeriyê hatiye çêkirin. Jinên têkoşer mîna Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Bêrîtan, Gulê Selma, Berta ji Hondurasê, Şujîn ji Çînê, Ramona ji Chiaspasê heta jinên cîhanê ku ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda kirine tê li ser ziman.

Têkoşîn û şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku veguherî şoreşa jinê jinên cîhanê jî îlhama xwe ji jinên Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin ku gelek jinên enternasyonalîst berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Her wiha gelek jinên pêşeng ên enternasyonalîst ji bo doza azadiyê canê xwe feda kirine û bûne pakrewanên azadiyê. Jina têkoşînvan Andrea Wolf (Ronahî) ji wan jinan yek bû. Andrea Wolf bi têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê, xeyala şoreşa cîhanê ji nû de afîrand ew di wê zanistê bû ku şoreşa Almanyayê bi şoreşa Kurdistanê re girêdayîn e.