Strana rojê: Peradî Ensemble/ L’hymne des Femmes
Peradî Ensemble, kombûnek a vokal a pir dengî û pir zimanî ku jinên xwedî demboriya mûzîkalê a cûda tîne ba hev e. Îro emê guh bidin dengê wan.
Navenda Nûçeyan – Peradî Ensemble ku di sala 20219’an de li Stenbolê hatî ba hev, wek kombûna vokal a pir dengî û pir zimanî ku jinên xwedî demboriya mûzîkalê a cûda tîne ba hev balê dikşîne.
Koma ku ji kavneşopiya mûzîkê ya bi hêz a wek Koroya Dostan a Ruhî Su û Koroya pir dengî ya Mala Hunera Gurcu xwe xwedî dike, pirdengiyê ji hevsengiyekê zêdetir, wek qadek xûliqkar ku dengên cûda li gel hev hebe digre dest. Ji bo Peradî Ensemble, mûzîk ne tenê notayên bi hevre tê gotinin, di heman demê de awayê fikirin, hilberîn û vegûherîna bi hevre ye.
Guhdarîkirin, qad vekirin û dema pêwîst be paşdeçûn
Her parçeya di nava pergala kolektîf de, ji beramberiya ferasetekê destpê dike, lê belê bi demê re bi pêvajoya keda hevpar û sazûmaniyê vedigûhere xweîfadekirina civakê. Endamên komê, nêrînên xwe yên cûda, ne wek pefçûnekê, wek rêgezeke a dewlemendiya hilberînê dibînin. Heman stranê, bi nêzbûna hestên cûda û xalên mûzîkalê, îfadeya wan tîne halê hê bi tebeqe û bi hêztir. Guhdarîkirin, qad vekirin û dema pêwîst be paşdeçûn, bingehê nêzîkatiya hilberîna Peradî Ensemble ava dike.
‘Ji bo hemû jinên kedkar’
Peradî Ensemble ku xwe wek ‘Ne yên bi hev re dibêje, civakek bi hevre di fikire û vedigûhere’ pênase dike, bi pergala xwe ya pirdengî, di sehneyê de ne tenê mûzîkê, di heman demê awayek ê hebûna hevpar pêşkêş dike. Îro Peradî Ensemble sîrûda jinên ku ji salên 1970’an ve bûne sembola aktivîstên femînîst, têkoşîna jinan a hevpar a jinên rastî tundiyê hatine û hatine qetilkirin vedibêjin. Gotinên ku di neqareta sîrûdê de cih digre, îro ji diruşmeyên jêneveger ên têkoşîna maf a jinan, L’hymne des Femmes’i (French) bi nota : “Em jin rabin ser lingan, em astengiyan bişkînin rabe ser lingan, rabe, rabe! em vê sîrûdê tevî zextên zêde dibe, gotinên zayendperestî û pêkanîn, ji bo jiyanek edlane û wekhev bi hêviya bibe dengê jinên dengê xwe bilind dikin parve dikin. Dinyaya me dinyayek ku jin di nava jiyanê de xwe azad heyî dike û di hilberîne ye. Bi hezar caran em bi bêjin jî xilas nabe; mafê tayînkirina jiyanê di jinê deye. Ji bo hemû jinên kedkar!” parve dike, em bi hevre guhdarî bikin.