Strana Îro: Dengê bêserûber ê Lîlîth a serhildêr
Lîlîth, ku di dengê Nena Venetsanou de ji nû ve hatiye dinê, ne tenê fîgurek mîtolojîk e; ew wekî bîranîna hevpar a jinên ku di nav pergala baviksalarî de hatine dûrxistin derdikeve holê, sembola hêrsa tepeserkiriye.
Navenda Nûçeyan – Strana "Lîlîth" ku bi dengê Nena Venetsanou tê jiyîn, ne tenê çîroka fîgurek jin a mîtolojîk vedibêje. Ew di seranserê sedsalan de vediguhere bîranîna tepeserkirî ya jinan, hêrsa wan a ku ber bi tariyê ve hatiye sirgûnkirin û hesreta wan a kûr a ji bo azadiyê. Stran ji vegotinê bêtir dişibe dengvedanekê; dengek kevnar ku ji hundirê jinên bêdeng radibe.
Nena Venetsanou, Lîlîth ji siya qurnazî ya ku ji hêla nivîsên pîroz û hişê mêr ve hatî kişandin derdixe. Nena, wê mîna yek ji jinên serhildêr ên pêşîn ên ku ji rêza baviksalarî hatine derxistin, ji nû ve ava dike.
Lîlîth ji bihuştê derdikeve û paşê vediguhere kesayetek ‘xeternak’, ‘xapînok’, ‘naletkirî’
Kokên Lîlîth di mîtolojiya kevnar a Mezopotamyayê de ne, ku peyamên girîng û bihêz ji bo jinan dihewîne. Efsane dibêje ku Lîlîth di heman demê de bi Adem re, ji heman axê hatiye afirandin. Ji ber vê yekê wê red kir ku teslîm bibe; ji ber ku wê xwe wekhev didît. Lê belê, daxwaza wekheviyê di dîroka mîtên ku ji hêla mêran ve serdest in de, sûcek ku nayê bexşandin e. Lîlîth ji bihuştê derdikeve û paşê vediguhere kesayetek "xeternak", "xapînok", "naletkirî". Lê dîsa jî, ji bo jinan, Lîlîth yek ji jinên pêşîn e ku guh nedaye, jinek ku tenêtiyê xistiye xetereyê da ku dengê xwe winda neke.
Lîlîth êdî siyek nîne ku meriv jê bitirse; ew sembola hevpar a jinên ku dengê wan hatiye tepeserkirin, bêdengkirin û jiyana wan hatiye sînordarkirin e. Şîrovekirina Nena Venetsanou ya Lîlîth, ne tenê wekî kesayetek serhildanê di heman demê de wekî hilgirê sirgûnê jî nîşan dide.
Çîroka Lîlîth bi dawî nabe. Ji ber ku her çend cîhan biguhere jî, sirgûnkirina jinan berdewam dike, her çend bi rengek cûda be jî. Carna ew di dadgehê de, di hundurê xaniyek de, carna di nav şer de, di sirgûniyê de, di têkoşînê de ji nû ve xuya dike.
Lîlîth îro jî di bîra jinan de dijî. Di quncikên nedîtî yên dîrokê de, wekî sembola giyanek serhildêr û xwestekek bêdawî ya azadiyê. Werin em bi hev re guh bidin strana Lîlîth a ku ji hêla Nena Venetsanou ve hatiye gotin.