Sedsalek bi xal û neynikên bêsînor dagirtî

Hunermenda navdar a cîhanê Yayoî Kusama ku bi salan bi şêwazê xwe yê xalxalî û piralî di qada navneteweyî de deng veda, di 97 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Tokyoyê çavên xwe ji jiyanê re girtin.

Navenda Nûçeyan – Yayoî Kusama di hunera hemdem de yek ji hunermendên pêşeng e. Wê deh salan, zimanekî dîtbarî yê bêhempa ku xal, şebek, neynik û rengan kiriye remza karê xwe pêşxistiye.

Yayoî Kusama di qada navneteweyî de bûye yek ji hunermendên Japonî yên herî navdar. Piraniya vê naskirinê ji kêrhatiya wê ya afirandina nasnameyek dîtbarî ya zelal û bi hêsanî tê.

Piranî berhemên wê xwe dispêre hêmanên dubarekirî yên wek xal, şebek, neynik û rengên zindî ku têgehên wek bêdawî, hebûn, gerdûn, nasname û têkiliya di navbera mirovahiyê û gerdûnê de lêkolîn bikin.

Navûdengê wê ji wênesaziya kevneşopî wêdetir diçe; berhemên wê peykersazî, sazkirin, performans, modayê, nivîsandin û warên din digre nava xwe. Bi taybet, Odeyên Neynika Bêsînor û peykerên kundirê xalxalî yên wê di nav berhemên ku herî zêde li muzexane û galeriyên hunerî yên cîhanê têne pêşandan de cih digre.

Jiyana zû û destpêkên hunerî

Yayoî Kusama di sala 1929’an de li bajarê Matsumoto, yê eyaleta Nagano ya Japonyayê ji dayîk bûye. Ji zarokatiyê ve, wê eleqeyek eşkere nîşanî xêzkirin û hunerê daye û dest bi çêkirina berhemên li ser bingeha xal û şêweyên şebekeyê yên dubarekirî kir. Ezmûnên wê yên dîtbarî yên destpêkê di pêşveçûna zimanê wê yê hunerî de faktorek girîng bû; wê diyar kiribû ku ew di temenê ciwaniyê de rastî ezmûnên têgihîştinê yên neasayî hatiye. Ev yek di berhemên wê yên li ser bingeha dubarekirin û şêweyên berdewam de bêtir di teyîse.

Bi demê re, ev hêman bû beşek girîng ji ezmûna wê ya hunerî. Ji xal û şebeke û hêmanên xemilandinê zêdetir, bûye amûrek ji bo derbirîna nêrîna wê ya cîhanê.

Hunera wê zû bala xelkê kişand

Yayoî Kusama, di sala 1957’an de, koçî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kir û di dawiyê de li bajarê New Yorkê ku wê demê navendek sereke ya hunera modern û avangard bû bi cih bû. Li wir, wê qonaxek nû di pîşeya xwe de, bi hilberandina berhemên mezin ên li ser bingeha dubarekirina dijwar û her wiha bi destxistina peykersaziyê, sazkirinê û hunera performansê  dest pê kir. Berhemên wê ji ber ji şêwazên kevneşopî û girêdana wan bi nixumandina cih û tiştan bi şêwazên dubarekirî dûr bû, zû bala xelkê kişand.

Ezmûna wê tenê bi wênesazî û peykersaziyê ve sînordar nebû; cûrbecûr qadên hunerî digre nava xwe. Ew di sazkirin, performans, fîlm, moda, nivîsandin û helbestê de xebitî. Navê wê bi gelek tevgerên hunerî yên modern û hemdem ve girêdayî bû û xebata wê di nîqaşên li ser hunera avangard, pop û femînîst de bi sûd bû.

Yayoî Kusama di sala 1973’an de, vegeriya Japonyayê û xebata xwe ya hunerî û wêjeyî dewam kir. Wê şêwaza di dehsalên berê de pêşxistibû parast û xebata xwe ya di wênesazî, sazkirin û nivîsandinê de domand.

Ji salên 1970’an û pê ve, tercîh kir ku li klînîkeke psîkiyatrîk li Tokyoyê bijî, bi rêkûpêk karê xwe yê hunerî ji studyoya xwe ya nêzîk domand. Ev cihê mayînê rê li ber berhemên wê yên afirîner negirt; wê çêkirina tabloyên nû, sazkirin û berhemên hunerî dewam kir ku beşdarî pêşangehên li Japonya û çaraliyê cîhanê bibe.

Muzexaneya Yayoî Kusama

Muzexaneya Yayoî Kusama di sala 2017’an de, li Tokyoyê vebû, saziyek ji bo pêşandana berhemên wê û pêşkêşkirina rêwîtiya wê ya hunerî ji raya giştî re hatiye veqetandin.

Muzexane di pîşeya hunermend de  qonaxek girîng nîşan dide. Ji ber berhemên cûrbecûr tîne ba hev da ku rêwîtiya wê ya hunerî belge bike û têgihîştinek berfirehtir a cîhana wê ya afirîner pêşkêşî raya giştî dike.

Yayoi Kusama, tevî temenê xwe yê mezin, heta salên xwe yên dawî çalakiyên xwe yên hunerî, wênesazî û afirandinê domand. Mirina wê ya di temenê wê yê 97 salî di 14’ê Tebaxê li nexweşxaneyeke Tokyoyê, nîşana mirina yek ji kesayetên herî bi bandor ên hunera hemdem a Japonî bû.