Portreya Rojê: Ulrike Meinhof

14’ê Gulana 1970’ê di çalakiyek RAF’ê de cîh digire ji ber wê lêgerîna wê tê despêkirin û bi veşartî dixebite. 15’ê hezîrana 1972’an hat girtin û Meinhof 9’ê gulana 1976’an di temenê 41 salî de li hucreya xwe daleqandî hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Seroka Fraksiyona Artêşa Sor û rojnamegera navdar Ulrike Meinhof  7’ê cotmeha 1934’an li Oldenburgê hatiye dinê. Nivîsa wê ya ewil piştî kuştina serokê tevgera 68’an Rudî Dutschke di kovara Konkret de hat weşandin. Li hemberî emperyalîzma heyî û çepgiriya pasif bi hêrs bû. Ji ber vê yekê jî tim di nav çalakiyê de bû û gerilayek a li bajaran şer dikir. Alîkariya Andreas Baader kir û ew ji girtîgehê revand. Pişt re digel Fraaksiyona Artêşa Sor wekî seroka Koma Baader-Meinhof jî hat nasîn.

14’ê Gulanê tevlî çalakiyê dibe

14’ê Gulana 1970’ê di çalakiyek RAF’ê de cîh digire ji ber wê lêgerîna wê tê despêkirin û bi veşartî dixebite. 15’ê hezîrana 1972’an hat girtin û li bajarê Stuttgartê xistin hucreyê. Helwest nîşan da û dadgehên Elman nas nake. Di sala 1972’an de hat girtin û dadgehê heta hetayê cezayê girtinê ji bo wê dixwest.

Ew aktîvîstek bû ku mafê jinan diparast. Nivîsên wê gelek bi bandor bûn di nav çepgiran de wekî nivîsên pratîkî dihatin nirxandin. Nivîskarê navdar û xelatgirê Nobelê Darîo Fo ji bo Ulrike di berhema xwe ya bi navê “Ez Ulrike, diqirîm” de li ser Ulrike û çalakvaniya wê risteyên bi bandor bi lêv dikir û bi devê Ulrike wiha digot: “Gardiyanno, dadgêrno, siyasetvanno we yek jî ne di xema min de ye. Hûn ê qet nikaribin min dîn bikin. Hûn ê min baş bikujin. Bi ruhekî newaze û bi mêjiyekî newaze ve.”

Seroka Fraksiyona Artêşa Sor Ulrike Meinhof 9’ê gulana 1976’an di temenê 41 salî de li hucreya xwe daleqandî hat dîtin, wekî ku wê bi xwe xwe kuştibe nîşan dan û wê kuştin. Gelek kesan wisa bawer dikir ku nûnerên hikûmeta Elman ew kuştiye.