Portreya Rojê: Rosa Luxemburg

5’ê Adara 1871’an di nava malbatek Yehudî de hatiye dinê. Şervana bi nasnameya jinbûnê di refên pêş ên têkoşînê de cîh girtî, piştî zanîngehê bi tevahî xwe da polîtîkayê. 
Di nava demek kin de navê wê di nava pêşengên sosyalîstan de hat dîtin û bi hevalê xwe Karl Liebknecht Partiya Komunîstên Elman avakirin. Di axaftina li pêşiya girseyan de xwedîbandorbû û bi dehê caran hat girtin. 
Piştî raperîna Spartakus a ku bi hovane serdeçun û dan sekinandin 15’ê Çileya 1919’an bi destê hêzên çevîk bi hovane hat qetilkirin. 
Gotina Rosa Luxemburg a herî dawî hatî çapkirin girêdayî şoreşê wiha ye: “Sibê dê şoreş ji nû ve bi ahengek mezin a tirsê bêxe nava dilê we despêbike.”