Portreya Rojê: Nora Shalhoub

Nora Shalhoub di temenê 16 salî de li hemberî leşkerên Îsraîlê çalakî pêk anî, bi hêz û cesareta xwe hişt ku navê wê li ser zimanê hemû welatiyên Filistînê bigere.

Navenda Nûçeyan – Nora Shalhoub sala 1986’an li bajarê Tolkirmê yê Filistînê çavên xwe li jiyanê vekir û di nav malbateke oldar de mezin bû. Di xwendina xwe de pir zîrek û jêhatî bû, ji aliyê heval û mamosteyên xwe ve dihat hezkirin. Hemû hizrên xwe bi êşa civaka xwe ve girê dabû. Pir ji Qudis û şehîdan hez dikir, dîwarên odeya xwe bi wêneyên şehîdan xemilandibû. Ji zarokatiyê ve hêvî dikir ku ji bo welatê xwe şehîd bikeve.

Her kesê ku Nora Shalhoub nas dikir pir jê hez dikir. Pir li nûçeyan temaşe dikir, ji ber vê yekê dizanibû çi li dijî civaka Filistînê diqewime. Di şeva 24'ê Nîsana 2002'an de, dest û rûyê dayik û bavê xwe maç kir, gotinên xweş ji xwişk û birayên xwe re got û ket odeya xwe. Malbata Nora Shalhoub nizanibûn ku ew şeva wê ya dawî ye li malê.

"Ji mamosteyên xwe daxwaz kir ku şagirtan bi hezkirina welat mezin bikin"

Nora Shalhoub nameyek ji malbat û hevalên xwe re nivîsand û tê de wiha got: "Di demên dawî de dagirker hemû cureyên îşkenceyê li ser gelê Filistînê dikin. Divê dagirker bizanibin ku tu carî ew nikarin cihê xwe li welatê me bigrin." Nora Shalhoub ji mamosteyên xwe daxwaz kir ku şagirtan bi hezkirina welat mezin bikin.

Di wê şevê de Nora Shalhoub ji malê derket û ber bi tabûra Alteyba ve çû. Dema gihîşt tabûrê, xwest ku bi kêrê leşkerekî Îsraîlê bikuje lê leşkeran ferq kirin û gule lê barandin. Dema ku hevalên bavê wê ji bavê wê re gotin ku keça wî hatiye qetilkirin ew matmayî ma. Ruxmê ku bavê Nûrayê Cimal Şelhûb pir xemgîn bû jî bi çalakiya keça xwe serbilind bû.