Portreya Rojê: Ji sembolên berxwedana Kobanê Rêvana Rojava

Bi boneya salvegera bîranîna Rêvana Rojava, dayika wê Îslim Nebo got: “Ji bo em planên dewleta tirk û hevkarên wî vala derxin divê her kes mal, kolan û bajarê xwe biparêze, erka me hemûyan ew e ku em şerê gelê şoreşgerî di nava herêma xwe de dest pê bikin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di rastiya jinên berxwedêr ên ku li ser xeta rizgariyê dimeşin de, berxwedana Kobanê navê xwe li hemû cîhanê da nivîsandan. Destana qehremaniyê bi fedakariya rêheval Rêvana û bi sedan hevalên wek wê yên ku li pêşberî dijminê mirovahiyê, çeteyên DAIŞ'ê bedena xwe kirin mertal, hat nivîsandin. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re bi hezaran xort û keçan, çek hilgirtin û tevli refên şoreşê bûn. Rêvana yek ji wan hevalan e ku bi ruhê xwe yê welatparêzî û zîhniyeta parastina wê tevli nava refên Yekîneyên Parastina Jinan YPJ'ê bû. Gel, welatê wê û vîna wê ya xurt. Rîvana ji destpêka damezrandina xwe û vir ve cihê xwe di nava refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê de girtiye û di aliyê leşkerî, jiyanî û rêhevaltiyê de di demeke pir kin de pêşketinên mezin bi dest xistibû. Helwesta rêheval Rîvana ku dîroka jinên Kurd ji xwe re bingeh girtibû, bi berxwedana fedayî ya di berxwedana Kobanê de ruhê rizgariyê zindî kir. Ev ruh berdewamiya têkoşîna hevalên wekî  Ronahî, Zerîfa, Rindêxan, Bîrîtan, Zîlan û bi hezaran ên wek wan ku bi têkoşîna Arîn û Avestayan navên xwe li ser rûpelên dîroka berxwedanê nivîsandine berdewam kir. Bi têkoşîna van şoreşgerên dilmezin Yekîneyên Parastina Jin xeta qehremaniyê bilind kirin heya ku gihiştin rêzên herî jor. Vê turnuvayê bala hemû cîhanê kişand ser têkoşîna jinên Kurd. Xeta rizgariyê ji bo şoreşê serkeftinên mezin bi dest xistin.
Rêvana di malê de keça sêyemîn e her di nava xwişk û birayên xwe de henek dikir û civat xweş dikir. Heye refa 6'an xwendiye, di 2012'an de êdî şoreş dest pê dike, hêzên YPJ/ YPG'ê derbasî nava Kobanê û gundewarên wê dibin. Rêvana bi sekn û rakirina çek û rextên wan şervanan bi bandor dibe û beşdarî nava YPJ'e dibe. Di 27`ê Îlona 2014`an de, li gundê Golmid ê Başûrê Kobanê êrîşên çeteyan dijwar dibin. Komeke ji şervanên YPJ/YPG`ê bê cebilxane dimînin. Loma şervana YPJ`ê Rêvana ji bo parastina hevalên xwe û şikandina êrîşên DAIŞ`ê çalakiya fedayî dike. Rêvana Rojava  bi navê rast Medîne Mamo ji gundê Xanikê yê Rojhilatê Kobanê ye. Rêvanayê bi çalakiya xwe rengekî nû li berxwedana Kobanê zêde kir û rihê fedayîtî nûjen kir. Piştî çalakiya fedayî ya Rêvana Kobanê asta berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ/YPG bilindtir dibe. Bi boneya salvegera 7'emîn a Rêvana Rojava, dayika wê Îslim Nebo qala jiyan û bîranînên zarokatiya wê kir. 
"Mînakên parêzvaniya axê Arîn û Rêvana"
Îslim di destpêka axaftina xwe de behsa beşdarbûna Rêvana Rojava kir û got: "Rêvana di malê de her tim behsa şervanên jin dikir, di dema şoreşê de şervanên azadiyê li tevahî herêman belav bûn. Ev belavbûna wan bandor li keç û xortan kir. Yek ji wan keça min Rêvana bû, her tim dixwest li hemberî dijmin şer bike û axa xwe biparêze. Her hewldanên wê hebûn ku jin, ciwan û civakê tevahî bi rêxistin bike. Ruhê wê her germ bû, li meşan, civîn û şahiyan bû. Piştî tevlibûna Rêvana bi hezaran keç beşdarî nava şervanan bûn. Dema ku Rêvana beşdar bû, ez hinekî tirsiyam ku tiştek bê serê wê, paşê min fêm kir ku divê her kes berê xwe bide şer, tenê ji bo em welatê xwe biparêzin, ji bo weke Şengalê li me neyê. Her çiqas em behsa berxwedana van lehengan bikin, em ê bi gotinekê têrker nikaribin bikin. Divê em jî li ser şopa wan kar û xebatên xwe bi awayekî çalak bidomînin da ku ji van planan re bibin bersiv û nehêlin ev bajarên me bên dagirkirin. Jixwe her tim Rêvana digot divê em welatê xwe terk nekin. Rêvana û Arîn Mîrkan bi çalakiyên xwe yên fedayî rihê jinên Kurd ên canfeda zindî kirin. Em ê di vê pêvajoyê de jî bi rihê berxwedana Kobanê û pêşengiya Arîn Mîrkan, dagirkeriyê têk bibin û axa xwe biparêzin."
"Rêvana xeta azadiyê hilbijart"
Îslim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya fedayî ya Rêvana û wiha pêde çû: "Di şerê Kobanê de gelek şervanên jin xwe feda kirin. Piştî wê li Efrînê dîsa jin bûn fedayê wê axê, heye roja îro jî ne tenê jinên Kurd, tevahî jinên li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava bi vê çalakiyê bi bandor bûn û hewl didin bi riya çalakiyên fedayî axa xwe biparêzin û nehêlin dewleta tirk û çeteyên wî destkeftiyên ku bi destên keç û xortan hatine bidestxistin dagir bikin. Piştî çalakiyên bi vî rengî derketin holê êdî em dibînin ne tehemulkirin û ne qebûlkirina dewleta tirk û çeteyên wî ji jinan re derdikeve. Ji ber ku êdî jin desthiladariyê û tundiyê ne di nava civakê de û ne bi destên dewletan dipejirînin. Vaye hêza YPJ'e hatiye damezrandin, di çeperên şer de cih digrin, her çiqas dijmin bixwaze vîna jinan bişkîne jî wê nikaribe, ji ber ku êdî me jinan hemûyan ji kaniya fikir û felsefeya Rêber Apo vexwariya û têra xwe rakiriye. Êdî ew jin ne jinên kole ne ku mêr çi bibêje erê bikin. Rêvana jî dixwest ji vê yekê bireve û berê xwe bide cihê ku bêhna azadiyê jê tê. Ez ne poşman im ku keça min beşdar bûye, ez serbilind im ku wê riyeke baş ji xwe re hilbijart û têkoşîna wê yekê kir ku van jinên bi hezarên salan e di bin koledariya civakê de dijîn rizgar bike."
"Divê em têbikoşin û dagirkeriyê têk bibin"
Îslim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Gef li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene lê gefên li ser Kobanê cudatir in. Divê em bi baldarî tev bigerin, ji ber ku şerekî topyakun li ser me tê kirin, ji bo vê di serî de divê ciwan xwe li hemberî vî şerê qirêj amade bikin. Kobanê ji ber ku bû kulek di hundirê Erdogan de rojane Erdogan gefan dixwe ku dê axa wê dagir bike û gel koçber bike. Lê bila Erdogan ne di wê hêviyê de be ku wê planên xwe bi cih bîne, heger êrîş bike wê çarenûsa wî weke ya DAIŞ`ê be. Rêvan, Arîn, Barîn û Avestayên me pir in û hemû jî amade ne ku canê xwe feda bikin. Ez bi xwe wek dayik ne mumkun e careke din dest ji vê axê berdim, ji ber ku min dît çawa keç û xortan canê xwe feda kirin, tenê ji bo ku Kobanê neyê dagirkirin û bi rastî jî nehat dagirkirin. Rast e dijmin bi çekên giran û qedexe êrîşî me dike lê em jî dê bi vîna xwe li hemberî wî şer bikin."