Portreya Rojê: Ji pêşengên 8’ê Adarê Alexandra Kollontain

Alexandra Kollontain Clara Zetkîn biryara pîrozkirina 8’ê Adarê dane pejirandin û bi xwe li ser vexwendinameyên Ewrupayê geriyaye.

Navenda Nûçeyan - Alexandra Kollontain 19’ê Adara 1872’an hatiye dinê. Dema 7 salî ji ber peywira bavê wê bi malbatî diçin Bulgarîstanê û li wê dibîne ku şer bandorek çawa li ser zarokan dike. Ji pirtûka Vîladîmîr Lenîn ya ‘Dostên gel kî ne?’ gelek bi bandor bû û di wan salan de tevlî semînerên civakî-aborî bû û dest bi nivîsandinê kir. Sala 1898’an di kovara Obrasovaniye de nivîsên wê hatin weşandin. Nisîvên wê yên li ser Fînladiyeyê jî di kovara Elman a Dîe Sozîale Praxîs de hat weşandin.

Nasîna Rosa Luxemburg

Gelek ji Karl Kutsky û Rosa Luxemburg hez dibe, di 1901’an de li Zurîhê Rosa Luxemburg û li Parîsê jî Paul Lafargeu nas kir.Tevlî 2’emîn Kongreya Enternasyonal û Konferansa Jinan a Sosyalîst ya Navneteweyî ya ewil bû û bi Clara Zetkîn re jinên karker tevlî têkoşînê kir.

Nivîsên wê yên bi bandor

Wê û Clara Zetkîn biryara pîrozkirina 8’ê Adarê dane qebûlkirin û bi xwe li ser vexwendînameyan li Ewropayê geriya. Di dema gera xwe de name û rojnîvîskên bandor li dîrokê dikin nivîsî. Di 1971’an de ji aliyê hikûmeta Kerenskî hat girtin. Dema di girtîgehê de bû di 6’emîn Kongreya Partiya Karkerên Demokrat Sosyal a Rusyayê de wek endama Komîteya Navendî û Serokatiya Rumetê ya Kongreyê hat hilbijartin. Piştre bi 5 hezar rubleyî hat berdan. Her wiha peywira Komîseriya Gel a Alîkariya Dewletê ya Bolşevîkan kir.

9’ê Adara 1952’an li Moskovê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.