Portreya Rojê: Hêlin Bolek

.

Di sala 1992’an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekir û zarokatiya wê li nava Surên Amedê derbasbû. Bi malbatî koçî bajarê Stenbolê yê Tirkiyê dikin. Hê dibistana navîn dixwend kete nava karê hunerê. Despêkê di nava xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê de cih digire, paşê jî salên dirêj solistiya Grup Yorum dike.

Di mijdara 2016'an de di encama serdegirtina polîsan a Navenda Çandê ya Hezexê de bi 7 endamên Grup Yorumê tê binçavkirin. 17'ê gulana 2019'an li gel hevalên xwe Bahar Kurt, Bariş Yuksel, Ali Araci û Îbrahîm Gokçek li dijî zordestiyê ketin greva birçîbûnê ya bêdem. 3'yê nîsana 2020’an di 288'emîn rojiya mirinê de jiyana ji dest da, bi stran û serhildêriyê şopa têkoşînê li dû xwe hişt.